Helbestvana xwediyê Xelata Nobelê jiyana xwe ji dest da

  • 16:11 15 Cotmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Helbestvan û nivîskar Louise Glûck ku Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya 2020’an wergirtibû jiyana xwe ji dest da. Louise Glück gelek xelatên edebî standin.
 
Helbestkar û nivîskara xwediyê Xelata Nobelê Louise Glûck di 80 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Jonathan Galassi, ku berê berhemên Louise Glûck edîtorî kiribû, mirina Louise Glück piştrast kir. Lê der barê sedema mirina Louise Glûck de hîn ti daxuyanî nehatine dayîn.
 
'Heta em sax bin dê rêzikên wê bi me re bimînin'
 
Wergêr Nuray Onoğlu ya ku di demên  dawiyê de helbestên wê wergerandiye, ji bo bîranîna Louise Glûck helbestek parve kir û ev tişt nivîsand: "Bila ruhê wê rehet be û her bijî. Heya em sax bin dê rêzikên wê bi me re bimînin."
 
Gelek xelatên edebî wergirt
 
Louise Glûck di 22’ê Nîsanê, 1943 de li New Yorkê ji dayik bû. Di jiyana xwe de, ji dehan zêdetir pirtûkên helbest, gotar û fabl nivîsî. Di berhemên xwe de ji mîtolojiya klasîk, William Shakespeare û TS Eliot bandor bû. Di sala 1993’an de bi pirtûka xwe ya helbestan Wild Iris, li ser mijarên êş, mirin û ji nû ve zayînê, xelata Pulitzer wergirt. Ji berhemên din ên helbestvan Heft Serdem, Serkeftina Achilles, Vita Nova û antolojîyek bi navê Helbestên 1962-2012 hene.
 
Ji bilî Pulitzer, Louise Glûck gelek xelatên edebî yên din jî wergirtine, di nav wan de xelata Bollingen ya 2001’ê ji bo destkeftiyên jiyanê, xelata Pirtûka Neteweyî ya 2014’an ji bo Şeva dilsoz û hêja, û 2015’an Medalya Neteweyî ya Mirovan vergirt.