Sivîlên li Rojava tên qetilkirin nayên dîtin

  • 09:07 15 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Êrişên Tirkiyeyê yên li hember Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê ji 5’ê Cotmehê ve didomin. Jinan balkişandin ser êrişan û diyar kirin ku bi awayekî xurt zext li Tirkiyeyê nayên kirin.
 
Di 5’ê cotmehê de li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişan pêk hatin. Qadên cuda yên hatin bombebarankirin. Qadên xwecihbûnê ji hewayî ve hatin bombebarankirin û 8’ê Cotmehê de Tirkiyeyê  li hember Dêrikê ji hewayî ve êriş pêk anî û 29 endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Terorê jiyana xwe ji dest dan. di navbera 4-11’ê Cotmehê de 2 jê zarok 47 kes hatin qetilkirin û 59 kes birîndar bûn. Jinan êrişên li hember herêmê nirxandin û diyar kirin ku ev sûcên mirovahiyê ne û nikarin bên qebûlkirin. Jinan da zanîn ku ji bo çarseriya demokratîk divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.
 
Sûcê mezin yê mirovahiyê ye
 
Ji rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Ayşe Ozdamar da zanîn piştî çalakiya 1’ê cotmehê li Enqereyê hatiye kirin şûnde êrişa li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin hincet û got: “Êriş sûcê mezin yê mirovahiyê ye. Li wir gelê sivîl tên qetilkirin. Zarok tên qetiklirin. Jin tên qetilkirin. Xweza tê tunekirin.”
 
‘Rojava cîhan ji belayek mezin xilas kir’
 
Ayşeyê, da zanîn ku li Rojava jiyana azad tê avakirin û wiha bi lêv kir: "Xizanin lê azad in. Sedema xizaniyê jî ev e ku her tim di bin tehdîd û êrişan de ne. Jiyana wir bi bedelên mezin hat avakirin. Gelê Rojava li dijî DAIŞ’ê têkoşînek mezin da. Kujerên DAIŞ’ê tune kir. Gelê Rojava cîhan ji belayek mezin xilas kir. Serkeftina Rojava wisa hêsan nehat bidestxistin. Jiyana ekolojîk a li wir, azadiya jinê. Hewl tê dayîn ev bên tuenkirin. Divê balafirgeh ji balafirên Tirkiyeyê re bên girtin. Ez bang li hemû rayagiştî ya cîhanê dikim ji vî şerî re bêjin bes e û balafirgehan ji balafirên Tirkiyeyê re bigirin. Em rojên nebaş û xerab dijîn. Lê heviya me heye ku wê mirovahî biserkeve û rojên nebaş tune bibin. Em bi vê hêviyê dijîn.”
 
‘Fobiya kurd veguhertin şer’
 
Ji rêveberiya ÎHD’a Îzmîrê Gulay Gul Bîlîcî jî diyar kir ku piştî daxuyaniya Hakan Fîdan a êrişên li hember Rojava dest pê kirin. Gelê sivîl, jin û zarok, mafê jiyanê tê qetiklirin. Em mirinên sivîl temaşe dikin. Tiriyeyê fobiya Kurd veguhertiye şer. Ji bo aştî bê vî welatî divê banga diyalogê bê zelalkirin.”
 
‘Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin’
 
Dayika Aştiyê Fehîme Poyraz jî destnîşan kir ku ew aştiyê dixwazin û wiha domand: “Li Rojava gelê sivîl tê qetilkirin. Em vê qebûl nakin. Em ne mirinê em aştiyê dixwazin. Divê gelê Kurd û Tirk rabin ser piyan û vê qebûl nekin. Gelo ev şer wê heta ku derê bidome. Em li ku derê dinêrin şer heye. Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Çareserî bi şikandina  tecrîdê pêkane.”
 
Divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin
 
Seroka Partiya Kedê (EMEP) Şukran Dogan jî balkişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên demên dawî li hember Rojava pêk tên û wiha nirxandin kir: “Di êrişan de gelek sivîl hatin qetiklirin. Şer çi dibe bila bibe divê di şer de operasyon li dijî sivîlan pêk neyê. Ev ne rast e. Ev li dijî hiqûqa şer a navneteweyî ye. Em di pirsgirêka kurd de çarseriya aştiyane û demokratîk dixwazin. Ev êriş di rayagiştî ya Tirkiyeyê de qet nayê axaftin. Li Rojava operasyon tê kirin lê li vir nabe rojev. Dive şer bi dawî bin. Divê sivîl zirarê nebînin. Ev ji bo Gelê Kurd jî derbasdare ji bo gelê Fîlîstînê jî derbasdar e.”