ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN

  • 09:00 15 Cotmeh 2023
  • Rojev
 
* Êrişên Tirkiyeyê yên li hember Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê ji 5’ê Cotmehê ve didomin. Jinan balkişandin ser êrişan û diyar kirin ku bi awayekî xurt zext li Tirkiyeyê nayên kirin. BI DÎMEN 
 
*Biryara doza derbarê aqûbeta 230 donim erde nav Çiyayê Akbelenê de hat taloqkirin. Jinan biryar nirxandin û gotin encam çi dibe bila bibe wê bexwedana xwe bidomînin, axa xwe biparêzin. BI DÎMEN
 
* Bi armanca hişmendî û agahdarkirina nexweşiyên pençeşêra malzarok û memikan, Platforma "Kontrol bi te re ye bersiv di gen de ye" hat avakirin. Platorm li dijî pençeşêrê dibêje "Em rûpelek nû vedikin."
 
*Endama Parlamentoya Ewropayê û Parlamnetera Partiya Çep a Îzlandayê Jodîs Skuladottîr, diyar kir ku ew ligel têkoşîna gelê Kurdin û wiha got: “Em ligel we ne. Ji bo alîkariyê çi ji destê me bê em ê bikin û em ligel têkoşîn û mafên we ne. Divê em zêdetir der barê aştiyê de biaxivin.”DÎMEN HEYE
 
*Li dijî çapemeniya desthilatdariyê ya serdestiyê bilind dike, bedena jinê teşhir dike û gumanbaran diaprêze, rojnamegerên jin bi pênûsa jinê di şopa heqîqetê de wê her tim hebin…MEDYA KRÎTÎK