Piştevaniya ji bo pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’

  • 16:17 14 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tevlî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ bû.
 
Pêngava, ku ji aliyê Platforma ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd Çareseriya Siyasî ve li 74 navendên cîhanê hatiye destpêkirin, li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî deng veda.
 
Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê mijarê di li Stadyuma Şehîdên 12’yê Adarê ya Qamişlo bi zimanê Kurdî û Erebî daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamên Rêveberiya Xweser, rêveber û endamên rêxistinên sivîl-civakî, parsityên siyasî, rûsipiyên eşîretên Kurd û Ereb, rêxistinên jin û ciwanan, TEV-DEM û bi sedan kes tevlî daxuyaniyê bûn.
 
Daxuyaniya Kurdî ji aliyê endama înîsiyatîfa Gel Henaa Xelîl, ya Erebî jî ji aliyê endamê înîsiyatîfê Enwer El-Esir ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku li 74 navendên cîhanê pêngav hatiye destpêkirin û Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tevlî vê pêngavê dibe.
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi milyonan Kurd Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan, weke vîna xwe ya sîyasî dibînin û ev tişt hate gotin, “Her wiha Ereb, Sûryan û gelek derdorên ji deverên cuda yên cîhanê jî wî weke rêberê xwe bi nav dikin; ji bo pirsgirêkên gelên bindest, komên etnîkî, olî, mezhebî, zayendî, ekolojîk û dijberên newekheviyê weke vîna çareserî û aşitîyê tê dîtin. Lewma weke Rêberê Gelan tê qebûlkirin.”
 
Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 25 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û bi salan e têkiliya wî bi cîhanê, malbat û parêzeran re qut bûye û wiha hat gotin: "Bi îşkence û kiryarên dervî mirovahiyê re rûbirû dimîne. Tevî vê yekê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan îlham daye hemû derdorên li çareseriyê digerin, lewma doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan dozek cîhanî ye û li seranserê cîhanê partî, rêxistin, sazî û kesayet ji bo wî di nava çalakiyan de ne.”
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pirsgirêka Kurd jî pirsgirêkek navnetewî ye û wiha dom kir, “Mafên Kurdan ên siyasî, çandî hatine binpêkirin, di komkujiyan re hatine derbaskirin, bi milyonan hatine koçberkirin. Pêngava hatiye destpêkirin jî di asta cîhanê de ye û ger ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe, wê di pêkanîna azadî û aştiyê de ji hemû kesî zêdetir pêşengiyê bike. Lewma divê Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgehê bê derxistin, bibe xwedî şertên ku karibe rola xwe ya siyasî û çareseriya pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn pêk bîne.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de jî hate gotin ku bi vê wesîleyê Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi dirûşmeya “Ji Rêber Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” tevlî pêngavê dibe û wiha hat gotin: “Em bang li hemû rêxistinên civakî yên jin, ciwan, partiyên sîyasî û pêkhateyan dikin ku tevlî vê hemleyê bibin. Em ê bê navber bi rêya sîyasî, hiqûqî, dîplomasî û çalakiyên gel, têkoşînê pêş bixînin.”