'Butçeyê ne ji şer ji jinan re veqetînin'

  • 16:10 14 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Platforma Jinan a Îzmîrê li dijî şerê li çar aliyên cîhanê daxuyanî dan û gotin ew aştiyê dixwazin. Jinan gotin:"Butçeyê ne ji şer ji jinan re veqetînin."
 
Platforma Jinan a Îzmîrê li dijî şerê li çar aliyên cîhanê daxuyanî dan. Jinên li ber Îskeleya Konakê hatin gel hevdu pankarta "Em li dijî xizanî û şer jiyanê diparêzin" vekirin. Her wiha jinan dowizên "Ji dagirkeriya mêtinger a ji Rojava ber bi Filistinê ve bibêjin bisekine","Butçeyê ne ji şer ji jinan re veqetînin","Wê yên emperyalîst têk herin wê gelên li berxwe didin bi ser bikevin" hilgirtin. Jinan dirûşmên "Jin jiyan azadî","Ew ê jin êdî bêdeng nemînin","Em bêdeng nabin, natirsin û serî natewînin" berz kirin. Li ser navê jinan Rûken Emektar daxuyanî xwend. 
 
'Ji bo jinan cihekî ewle nema'
 
Rûkenê da zanîn ji bo jinan li cîhanê dereke ewle nema ye û wiha got:"Li Rojhilata Navîn pevçûnên ji bo berjewendiyê tu carî neqediyane. Ji du milyonan zêdetir mirov li vir in. Av, xwirek, ceyran ji ser wan tên birîn. Îsrail bi bombebarana bi rojan e dewam dike gelê Filistinê qetil dike. Di nava tu şert û mercan de hinceta mafdar a vê hovîtiya ku vediguhere tundiya mêr tune ye. Di şer de ev tundî li bedena jinan tê kirin."
 
'Em helwesta AKP'ê ya durû qebûl nakin'
 
Tirkiye butçeya xwe ji şer vediqetîne. Tirkiye sêyemîn welatê NATO'yê ku butçeyê ji şer re vediqetîne. Em helwesta AKP'ê ya durû qebûl nakin. AKP li welêt polîtîkayên nîjadperest, şoven ên dibin sedema cihêkariyê dixe meriyetê. Yên li dijî gelê kurd û gelên din polîtîkayên şer dixin meriyetê nikarin behsa mafê mirovan bikin."
 
'Em çareseriya meseleya kurd a xwe dispêre mafên hevpar dixwazin'
 
Rûkenê bi lêv kir ku ew ne ji şer û çekan ji jinan butçeyê dixwazin û wiha pê de çû:"Em çareseriya meseleya kurd a xwe dispêre mafên hevpar dixwazin. Divê ji bo vê jî rêya siyaseteke demokratîk vebe. Divê dawî li polîtîkayên şer bê anîn. Em ê li dijî hovîtiya kapîtalîst a ji ser bedena jinan tê meşandin, piştevaniya enternasyonal a jinan ava bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.