Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn

  • 15:45 14 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
DÎLOK - Tabelaya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Dîlokê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat dizîn. 
 
Tabeleya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Dîlokê ku li navçeya navendî ya Şehîtkamîlê ye duh êvarê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat dizîn. Dizîna tabeleyê ji aliyê kamereya ewlehiya avahiyê ve hatiye tomakirin. Di dîmen de jî tê xuyakirin ku tabela tê dizîkirin. HDP’ê giliyê dizîkirina tabelaya xwe kir.