‘Em ê dev ji Qada Galatasarayê bernedin’

  • 13:19 14 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
WAN - Şaxa ÎHD’ê ya Wanê ji bo pişgiriyê bidin Dayikên Şemiyê daxuyaniyek da û anîn ziman ku 11 heftene çalakiyên wan tên astengkirin û gotin: “Em ê dev ji Qada Galatasarayê bernedin.”
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê, ji bo piştgiriyê bidin Dayikên Şemiyê li avahiya xwe daxuyaniyê dan. Endamên KESK'ê û komeleyê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla rêvebirê komeleyê Yusuf Aydin ve hat xwendin.
 
‘11 heftene tên astengkirin’
 
Yusuf, destnîşan kir ku tevî du biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn ên der barê Qada Galatasarayê heye jî qad ji Dayikên Şemiyê re hatiye girtin û wiha got: “Ev rewş ne tenê destûra bingehîn binpê dike, di heman demê re rêgeza dewleta hiqûqê jî bin pê dike. Ji bo piştgiriyê bidin Dayikên Şemiyê li ber avahiya xwe daxuyaniyên ku em dixwazin bidin 11 heftene tên astengkirin. Ev biryara keyfî ya walîtiyê dibe sedem ku tevahiya kolanê ji aliyê polîsan ve tê girtin û ji ber vê yekê avahî û esnafên derdorê ketine rewşeke zehmet. Ji bo ku kesên derdorê û esnaf zirarê nebînin biryar da ku di hindûr de daxuyaniyê bidin.”
 
‘Em ê dev ji Qada Galatasarayê bernedin’
 
Yusuf, aqûbeta Kerevan Îrmezê ku 28 sal in windaye pirs kir û wiha pê de çû: “Di madeya duyemîn a Destûra Bingehîn de Komara Tirkiyeyê weke dewleta hiqûqê tê binavkirin. Ger Tirkiye dewleteke hiqûqê be, divê kirin û kirinên rayedarên dewletê li ser esasê hiqûqê û rêzgirtina mafên mirovan bin. 968 heftene em dibêjin; heta kesên ku dewletê bi rê ve dibin vîna bilind a pêkanîna daxwaza me ya hiqîqetê û edaletê nîşan nedin em ê dev ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedin. Em ê dest ji Kerevan Îrmez û hemû windayên xwe yên ku aqûbeta wan tê xwestin di tariyê de bihêlin, bernedin. Em ê dev ji Qada Galatasarayê, cihê hevdîtina xwe ya bi windayan re bernedin.”