Li Innsbruck û Bregenzê ji bo Rojava çalakî hat lidarxistin

  • 11:01 14 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta tirk li bajarên Innsbruck û Bregenz ên Awûstûryayê hatin şermezarkirin.
 
Kurdistanî û dostên wan ên Awûstûryayî bi meşekê êrîşên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
 
Innsbruck
 
Kurdistanî û dostên wan ên li Innsbruckê li hev kombûn, êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
 
Çalakiya protestoyî ya bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Innsbruckê li ber Parlamenta Eyaleta Tîrolê hate lidarxistin.
 
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiya Kurdistanê, li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Innsbruckê Îbo Wan axaftinek kir. Îbo Wan got, "Divê gelê me û dostên wan ên li Ewropayê Rojava bi tenê nehêlin, li her kolanê dengê gelê Rojava biqîrin, bibin çav û guhên Rojava."
 
Li ser navê Defend Rojava Nora axivî û diyar kir ku welatên Ewropayê di serî de Awûstûrya dema mijar dibe Kurd durû tevdigerin û li gorî polîtîkayên xwe yên berjewendiyê nêzîkatiyên xwe diyar dikin û ji ber vê yekê qetlîamên dewleta tirk ji nedîtî ve tên.
 
“Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.
 
Bregenz
 
Nûnerên Partiya Azadiya Awûstûrya (FPO) jî piştgirî dan çalakiya Kurdistanî û dostên wan ên li qada Leutbûhel a Bregenzê hatin cem hev.
 
Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bregenzê Murad Munzur, li ser navê malbatên şehîdan Elî Mihemed Yahya û Gulê Temê axaftin kirin.
 
Girseyê gelek caran bê navber dirûşmeyên "Kujer Erdogan" û "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.