ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN

  • 09:00 14 Cotmeh 2023
  • Rojev
 
* Siyasetmedarên jin ên Wanê bertek nîşanê êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin hêstiyariya ku nîşanê pêvçûnên li Fîlîstîn û Îsraîlê tê dayîn divê nîşanê Rojava jî bê dayîn û gotin: "Şoreşa jinê û destkeftiyên Rojava hedef tên girtin. Lê berxwedana jinan a li hemberî êrişan dê bidome.” BI DÎMEN 
 
*Bedrîye Kuş a HDP'yî diyar kir ku di komxebata rêveberiyên herêmî ya Partiya Çep a Kesk û HDP'ê de yek ji mijarên herî zêde hatin nîqaşkirin pergala hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev e û got ku wan giranî daye ser avakirin, afirandin û pêkanîna aboriya jinê û veguhertina qadên jiyanê. DÎMEN HEYE
 
*Baxçeyên Hewsel û Sûrên Amedê ku di Lîsteya Mîrateya Çanda Cîhanê ya UNESCO’yê de ye, nagirin bin "Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya di bin Xetereyê de". Nurşîn Aslaner Esen der barê mijarê de axivî û got Hewsel ji çandiniya endurstriyel re hatiye vekirin û ev rewş jî rîskek cidî diafirîne. BI DÎMEN 
 
*Parlametera Partiya Çep a Kesk a Amedê Adalet Kaya der barê tecrîda giran û komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî û got çareseriya pirsgirêkan şikandina tecrîdê ye û şikandina tecrîdê tê wateya aramiyê. BI DÎMEN 
 
*Aktîvîsta Îranê Shaghayegh Noruzi derbarê tundiya li hember jinê ya li Îranê û mijara jinê ya li Rojhilata Navîn de axivî û got: “Ger hewce bi têkbirina êrişan hebe wê demê divê em vê bikin. Ya girîng divê em hemû derfetên destê xwe de bikar bînin û pêşengiya guherîna Rojhilata Navîn bikin.”