Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin

  • 18:20 13 Cotmeh 2023
  • Rojane
ŞIRNEX - 14 herêmên Şirnexê ji bo 15 rojan weke ‘Herêma Ewlekariya Taybet a Demkî’ hat  ragihandin.
 
Walîtiya Şirnexê, li Şirnex û navçeyên Cizîr, Silopiya, Qilaban, Basa û Elkê 14 herêm ji 13’ê Cotmehê heta 27’ê Cotmehê ji bo 15 rojan weke 'Herêma Ewlekariya Taybet a Demkî' ragihand.