Rewşenbîr, hunermend û siyasetmedarên ereb tevli hemleya 'Azadî ji Ocalan re' bûn

  • 15:15 13 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û akademisyenên ereb ragihand ku tevli hemleya "Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û çareseriya siyasî ji pirsgirêka kurd re" bûn û tecrîda derqanûnî şermezar kirin.
 
Rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û akademisyenên ereb bi daxuyaniyekê ragihand ku ew tevli hemleya "Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û çareseriya siyasî ji pirsgirêka kurd re" dibin. 
 
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
 
"Em komek rewşenbîr, akademisyen û siyasetmedarên ereb piştgiriya xwe radigihînin û tevli hemleya navneteweyî ya ku di 10'ê Cotmehê de li seranserî cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya ramyar û Rêber Abdullah Ocalan û çareya siyasî ji doza Kurd re hatiye destpêkirin, dibin.
 
Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî bi serkêşiya Amerîka û Îsraîlê hate dîlgirtin. Komplo di 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kir û di 15'ê Sibata 1999'an de li Nairobi hate girtin û revandin û radestî dewleta Tirk kirin. Dewleta Tirk jî xiste gireva Îmraliyê û xiste odeya yekhucreyî. Destpêkê cezayê darvekirinê lê birîn, dûre dadgeha Tirkiyeyê ku tê de şertên qanûnî tune ne cezayê muebedê lê birî.
 
Yek ji sedemên bingehîn ên vê komploya navneteweyî ya ku di şexsê birêz Ocalan de Gelê Kurd ê bira û daxwazên wan ên mafdar ên azadî, edalet, demokrasî û jiyana hevbeş kir hedef, çewisandina bi gelên herêmê re, têkiliya wî ya bi gelên Ereb re ye û dozên wî yên dadmend, ji bilî neteslîmbûna wî ji cîhana derve re û parastina serxwebûna xwe ya hizrî û reftarî, tevî her tiştî, zext û zehmetiyên ku pê re rû bi rû mabûn.  Her wiha xebata wî ji bo derxistina gelê kurd ji rewşa wan a dijwar, di têkoşîn û pêvajoya jiyana hevbeş, hevkarî û biratiya gelên herêmê de bibin aktorekî bibandor û li hemberî destwerdanên derve eniya navxweyî xurtir bikin.
 
Ramyar û têkoşer Ocalan ji 25 salan ve di tecrîdeke tune de ye. Ev tecrîd ji 3 salan ve bi awayekî mutleq hatiye girankirin. Di cîhanê û dîroka şoreşên gelan de rêveber û serok bi vî awayî nehatin tecrîdkirin. Her wiha ne parêzer ne jî malbat dikarin serdanê bikin an jî peywendiyê bi tu awayî pê re deynin û tu agahî li ser tenduristiya wî nîn in.
 
Abdullah Ocalan ramyarekî girîng, mirovekî aştîxwaz, pêşengê jiyana hevbeş û çareserê dozên aştiyane ye. Tevahî berpirsên dewleta Tirk ên ku komplo pêk anîne û ger dixwazin aştî di nava gelan de misoger be, pêdiviya wan bi gefan û binpêkirina qanûn û ferzkirina tecrîd û sûcên qirkirin û şerê li dijî Kurdan tune ye, ji wê zêdetir divê deriyên girtîgeha Îmraliyê vekin. Ji ber ev yek kilîta çareserî, aştî û pêşerojê ye.
 
Li ser esasê girîngiya fikir û felsefeya neteweya demokratîk û modela jina azad ku ji aliyê ramyar û têkoşer Ocalan ve ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û pirsgirêkên herêmê û cîhanê bi rêyên aştiyane hate pêşniyarkirin, bi naskirina giringiya rola wî wek bîrewer û rêber di çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêya aştiyane û bidestxistina aramî û aştiyê de em tevlêbûna xwe li hemleya navneteweyî ya bi banga azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û çareseriya aştiyane ya demokratîk ji doza Kurd re radigihînin. Em tecrîda derqanûnî û dermirovî ku desthilatên Tirkiyeyê pêk tînin û nahêlin ne parêzer ne jî malbat pê re hevdîtinê bikin şermezar dikin."