Hedef azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

  • 09:07 13 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Hevberdevka Partiya Çep a kesk a Stenbolê Beser Çelîk da zanîn ku di 28’ê cotmehê de li Stenbeolê konferansa jinê pêk tînin û got ew wek rêxistinên girseya demokratîk azadiya fîzikî ya Abdullah ocalan dixwazin û got wê bi awayekî rêxistinkirî pêvajoyê bimeşînin.
 
Di 30’ê Adara 2024’an de hilbijartinên herêmî pêk tên û HDP û Partiya Çep a Kesk xebatên xwe bê navber dimeşînin û li aliyê din jî konferans û komxebatan pêk tînin.
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Beser Çelîk der barê pêvajoyê de ji ajansa me re axivî.
 
Beser da zanîn ku hilbijartinên herêmî gelek girîng in û rêveberiyên herêmî qadeke ku gel raste rast têde rola aktîf dilîzeye û got: “Pêvajoyên berê de şaredariyên hatin qezenckirin yekser bi gel re diketin têkiliyê. Ji ber vê desthilatdariyê qeyûm tayîn kirin. Bi qeyûman xwestin gel bê îrade bên hiştin. Şaredariyên qeyûm ji bo gel nabin bersiv. XizmetÊn adin gel. Yên herî zêde mexdur bûn jî jin û zarok bûn.”
 
‘Polîtîka tecrîd û qeyûm pêk tînin’
 
Beserê wiha dirêjî daye: “Desthilatdarî her tim ji kaos û şer xwedî dibe. Gotinên mîlîtarîst û nêzîkatiyên faşizan ne titşekî nû ye. Bi vê ferasetê jî nêzî hilbijartinên herêmî dibin. Li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîdek giran tê meşandin. Li ser gel tecrîd tê meşandin. Polîtîka tecrîd û qeyûm tê meşandin. Ciwanên Kurd gelê Kurd jin bi êrîşan re tên rû hev. Tên girtin. Lê vî gelî tu carê şûnde gav navêt.”
 
Xeta Mor cudahiyê diafirîne
 
Beserê her wiha destnîşan kir ku ji 2004’an heta niha di şaredariyan de pergala hevseorkatiyê ya xeta mor a jinane pêk tê û wiha pê de çû: “Dema nûneriya wekhev dernekeve holê serdestiya mêr xwe dide der.  Wê demê jin û ciwan jî ne pêkane xwe li wir bibînin. Ji ber vê pergala hevserokatiyê ji bo me gelek girîng e. HDP û Partiya Çep a Kesk li Sîlopiyê Komxebata Polîtîkayên Jinan a Rêveberiyên herêmî pêk anî. Pêvajoya pêş de wê xebatên hilbijartinê bidomin. Di 28’ê cotmehê de li Tenbolê wê konfernasa jinê pêk bê. Di 29’an de jî wê ya tevlihev pêk bê. Ligel xurtkirina rêveberiyên herêmî hedefa me ev e ku em siyaseta riya sêyemîn û têkoşîna hevpar mezin bikin. Ez banga têkoşîna hevpar li hemû aliyên demokratîk dikim.”