ROJEVA 13'YÊ COTMEHA 2023'YAN

  • 09:00 13 Cotmeh 2023
  • Rojev
 
* Li Wanê di 1’ê Cotmehê de 6 çawişên pispor 2 jin tacîz kiribûn, derket holê ku vê carê jî di 5’ê Cotmehê de li Rêya Armûşê li kafeyekê 4 çawişên pispor tacîzê du jinan kirine. Endama Komeleya Jinan a Starê Sevgî Ozdînç, bertek nîşanê rewşê da û got di rewşên bi vê rengê de bertekên civakî gelek girîng e. BI DÎMEN
 
*“Li Rojhilata Navîn heta niha perspektîfa herî berfireh (netewa demokratîk) ji aliyê serokatiya me ve pêk hatiye. Em girtî jî amadene berpirsyariya xwe bînin cih. Em ne bê çareserî û alternatif in. Em destûr nadin gelê me 100 salekî din jî bê qetilkirin. Hêza me bi qasî çiyayê Agirî bi heybet e, bi qasî Munzurê herikbare. Divê her kes vê bizanibe.” JI PÊNÛSA JINÊ
 
*Wênesaz Gulîzar Kiliç li Îzmîrê pêşangeha wêneyan a bi navê ‘ji êşekê heta hezar êşî’ ya bi mijara penaberan vekir û got tevî hunermend bi hestiyar tevdigerin, nikarin vê derbasî hunerê bikin û banga zêdekirina hestiyariyê li hunermendan kir. DÎMEN HEYE
 
* Hevberdevka Partiya Çep a kesk a Stenbolê Beser Çelîk da zanîn ku di 28’ê cotmehê de li Stenbeolê konferansa jinê pêk tînin û got ew wek rêxistinên girseya demokratîk azadiya fîzikî ya Abdullah ocalan dixwazin û got wê bi awayekî rêxistinkirî pêvajoyê bimeşînin. BI DÎMEN
 
*“Partiyên burjuva yên sedsala 19’emîn,  çawa partiyên xwe dispêrin keda sedsala 20’an, wê sedsala 21’ê jî bibe sedsala partîbûna jinê’. Ev gotina nirxandina Abdullah Ocalan gelek girînge.  Nêrîna wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê mijara vê nivîsê ava dike."
 
*Cigira serokatiya giştî ya DBP’ê Zekiye Îlbasan di protestoyên 9’ê cotmehê komploya navnetweyî de hatibû binçavkirin û girtin. Berdevka Meclisa Jinê ya DBP'ê Aynur Sarica da zanîn ku Zekiye dema hatiye binçavkirin ji aliyê polîsan ve hatiye tacîzkirin û di ketina girtîghê de lêgerîna tazî lê kirine, koxuşa edlî lê ferz kirine. DÎMEN HEYE