9 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 20:02 12 Cotmeh 2023
  • Rojane
MÛŞ - Li Mûşê meclisa ciwanan dijî êrîşên li dijî Rojava xwestin daxuyaniyê bidin û  9 kes hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî îfadeyê hatin berdan. 
 
Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk a Mûşê ve li Qada Kobanê, hat xwestin ku daxuyaniya çapemeniyê bidin  û bi hinceta qedexeya walîtiyê destûr nehat dayîn ku daxuyanî bê dayîn. Polîs girseya ku kir bin ablûqayê şûnde êrîşê kir û 9 kesan kir binçavan.
 
9 kes hat berdan
 
Hevserokê DBP’ê yê Mûşê Selamettîn Yilmaz, Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Bermal Nergîz, endamê Lijneya Rêvebiriya Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Boz, Çîçek Tutuş û Omer Koç, endamê Meclîsa Ciwanan Maruf Çelîkel, Serhat Dûrsun û kesek ku navê wî nehat zanîn piştî îfadeya wan a emniyetê hat girtin şûnde hatin berdan.