9 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-10-12 20:02:50   MÛŞ - Li Mûşê meclisa ciwanan dijî êrîşên li dijî Rojava xwestin daxuyaniyê bidin û  9 kes hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî îfadeyê hatin berdan.    Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk a Mûşê ve li Qada Kobanê, hat xwestin ku daxuyaniya çapemeniyê bidin  û bi hinceta qedexeya walîtiyê destûr nehat dayîn ku daxuyanî bê dayîn. Polîs girseya ku kir bin ablûqayê şûnde êrîşê kir û 9 kesan kir binçavan.   9 kes hat berdan   Hevserokê DBP’ê yê Mûşê Selamettîn Yilmaz, Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Bermal Nergîz, endamê Lijneya Rêvebiriya Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Boz, Çîçek Tutuş û Omer Koç, endamê Meclîsa Ciwanan Maruf Çelîkel, Serhat Dûrsun û kesek ku navê wî nehat zanîn piştî îfadeya wan a emniyetê hat girtin şûnde hatin berdan.