Ji malbata Pexşan Ezîzî 3 kes hatin girtin

  • 12:45 28 Îlon 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor agahiyên ku çalakvanên mafên mirovan ên Îranê belavkirine, dadgeha Tehranê bi tometa ‘Alîkarî û teşwîqkirinê’ sê kesên ji malbata Pexşan Ezîzî her yek ji wan salek cezayê girtîgehê lê birî.
 
Li gor agahiyên ku çalakvanên mafên mirov ên Îranê dane Ajansa HRANA’yê, Dadgeha Temyîzê ya Tehranê li sê endamên malbata girtiya siyasî Pexşan Ezîzî yên bi navên Ezîz Ezîzî (36), Pirşeng Ezîzî (48) û Hisên Ebasî (48) her yek cezayê salek girtîgehê lê birî.
 
Di nûçeyê de hatiye gotin ku her sê kes bi tometa ‘Alîkarî û teşwîqkirinê’ her yek ji wan cezayê salek yê girtîgehê lê hatiye birîn.
 
Pexşan Ezîzî xelkê bajarê Mihabad yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Roja 23’yê Tîrmeha 2024’an parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin, ji aliyê şaxa 26’yemîn ya Dadageha Şoreşê ya Tehranê ku dibin serokatiya dadger Îman Afsharî de cezayê darvekirinê hate dayîn.