'Divê ji bo sûcê windakirina di bin çavan de demborî pêk neyê'

  • 13:18 28 Îlon 2024
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1018'an de bal kişandin ser têkoşîna ji bo dîtina bersûcên Abdûlmecît Baskin û gotin, "Di dozên têkildarî sûcê windakirina di bin çavan de ku dewlet tê de cih digire de divê hiqûqa demboriyê neyê sepandin. Divê meqamên edlî bêyî ku bandorên siyasî li ber çavan bigirin, erka xwe ya ji bo pêkanîna edaletê ya di dosyaya Abdulmecit Baskin de pêk bînin."
 
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin bipirsin û kujer bên darizandin her hefte li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar dixin. Vê carê çalakiya xwe ya hefteya 1018'an li dar xistin. Di çalakiyê de qurnefîlên sor û pankartên wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser bersûcên Abdûlmecît Baskin ê di bin çavan de hat windakirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê keça Fehmî Tosun ê di bin çavan de hat windakirin Besna Tosun hat xwendin.
 
Ha îtidafkirin ku ew hatiye qetilkirin
 
Besna, diyar kir ku Abdûlmecît Baskin di 30'ê Îlona 1993'an de ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hatiye binçavkirin, lê belê piştî înkarkirina ku hatiye binçavkirin, di 3'ê Cotmeha 1993'an de cenazeyê wî hatiye dîtin û got ku lêpirsîna li ser serlêdana malbatê hatiye destpêkirin bi bandor pêk nehat. Besna got, “Piştî bûyerê 18 sal di 26’ê Adara 2011’an de polîsê tevgera taybet Ayhan Çarkin di îfadeya xwe ya li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de diyar kir ku di sala 1993’an de bi fermana Serokê Daîreya Tevgera Taybet Îbrahîm Şahîn  Abdûlmecît Baskin hatine binçavkirin. Bi berfirehî diyar kir ku ji aliyê polîs Ziya Bandırmalioglu û Ayhan Akça ve hatiye kuştin. Di qeydên dozgerî û dadgehê de hatiye tomarkirin ku îfadeyên Çarkin ên li dozgerî û dadgehê tam bi danasîna cihê bûyerê re li hev dikin."
 
Bersûcan beraat kirin
 
Besna got, "Di dadgehê de rayedarên payebilind ên cemaweriyê daxuyaniyên berfireh dan û diyar kirin ku kuştinên mijara gotinê bi agahiya dewletê pêk hatine. Her wiha ji aliyê kê ve, bi çi talîmatan û çawa sûc hatine kirin, di qeydên dadgehê de hatine tomarkirin. Lê belê doza ku di raya giştî de weke Doza JÎTEM a Enqereyê tê binavkirin, di 13'ê Kanûna 2019'an de bi beraeta hemû bersûcan bi dawî bû. Malbatan îtîrazê biryara dadgeha herêmî kirin. Di 5'ê Nîsana 2021'an de 1'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê biryara beraetê betal kir û dosya ji 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re şand. Di danişîna dawî ya doza ji nû ve hat dîtin de ku di 26'ê Gulana 2023'an de hat dîtin, tevî biryara betalkirina dadgehê bersûc dîsa beraat kirin. Dadgehê biryara bi hincet di 14'ê Îlona 2023'an de nivîsand, bi rastî li bendê bû ku dema dosyayê bi dawî bibe. Doza ku di pêvajoya darizandina 10 salan de 41 dadger û 8 dozger guherîbûn, bi ketina ber demboriyê bi dawî bû."
 
'Divê ji bo sûcê windakirina di bin çavan de demborî pêk neyê' 
 
Di dawiyê de Besna ev tişt got: “Di dozên têkildarî sûcê windakirina di girtîgehê de ku dewlet tê de cih digire de divê ketina ber demboriyê ya dozê neyê sepandin. Divê meqamên edlî bêyî bandorên siyasî erka xwe ya ji bo pêkanîna edaletê ya di dosyaya Abdulmecit Baskin de pêk bînin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Abdûlmecît Baskin, ji bo hemû windahiyên xwe bernedin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
 
Bi danîna qurnefîlan a li meydana di bin dorpêçê de daxuyanî bi dawî bû.