Li Cizîrê fûara ‘Jinên hilberîner’

  • 14:06 28 Îlon 2024
  • Ked/Aborî
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê fûara “jinên hilberîner qezenc dikin” hate avakirin. 
 
Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HDP) de ye ji bo keda jinan berbiçav bike fûara “jinên hilberîner qezenc dikin” ava kir. Li fûara li Kolana Hunerê gelek jinan karên xwe yên bi destên xwe çêkirine pêşkeş kirin.
 
Fûar dê du rojan vekirî bimîne. Her wiha dê 15 rojan carekê were avakirin. Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan a serdana fûarê kir, bi lêv kir ku dê projeyê mezin bikin.