Li endama KJAR’ê Werîşe Muradî îşkence

  • 21:18 10 Cotmeh 2023
  • Rojane
WAN - Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw diyar kir ku li endama KJAR’ê Werîşe Muradî ku 70 rojin li navenda binçavkirinê ya Sanandaj girtiye îşkence hatiye kirin.
 
Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî di 10’ê Tîrmehê de li bajarê Sîne a rojhilat ji aliyê hêzên rejîmê ve hat revandin û binçavkirin. Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw diyar kir ku li endama KJAR’ê Werîşe Muradî ku 70 rojin li navenda binçavkirinê ya Sanandaj girtiye îşkence hatiye kirin û dermanên ku divê Werîşe bikar bianiya nedanê.