Li endama KJAR’ê Werîşe Muradî îşkence 2023-10-10 21:18:40   WAN - Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw diyar kir ku li endama KJAR’ê Werîşe Muradî ku 70 rojin li navenda binçavkirinê ya Sanandaj girtiye îşkence hatiye kirin.   Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî di 10’ê Tîrmehê de li bajarê Sîne a rojhilat ji aliyê hêzên rejîmê ve hat revandin û binçavkirin. Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw diyar kir ku li endama KJAR’ê Werîşe Muradî ku 70 rojin li navenda binçavkirinê ya Sanandaj girtiye îşkence hatiye kirin û dermanên ku divê Werîşe bikar bianiya nedanê.