Çigdem Kiliçgun Uçar çû serdana DÎSK'ê

  • 16:02 9 Cotmeh 2023
  • Ramyarî
 
STENBOL - Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar çû serdana DÎSK'ê.
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar, Ji endamên MYK'ê Sevtap Akdag, Naci Sonmez, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Beser Çelik, ji bo berî kongreya awarte ya 4'emîn a 15'ê Cotmehê çû serdana DÎSK'ê ya li Beşiktaşê. 
 
Bi Arzu Çerkezoglu hevdîtin kir
 
Çigdemê û heyeta bi wê re ji aliyê Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu û Sekreterê Giştî yê DÎSK'ê Adnan Serdaroglu ve hat pêşwazîkirin. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hat kirin. 
 
Hat diyarkirin wê serdanên Partiya Çep a Kesk di rojên pêş de jî bidomin.