Çigdem Kiliçgun Uçar çû serdana DÎSK'ê 2023-10-09 16:02:35     STENBOL - Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar çû serdana DÎSK'ê.   Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar, Ji endamên MYK'ê Sevtap Akdag, Naci Sonmez, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Beser Çelik, ji bo berî kongreya awarte ya 4'emîn a 15'ê Cotmehê çû serdana DÎSK'ê ya li Beşiktaşê.    Bi Arzu Çerkezoglu hevdîtin kir   Çigdemê û heyeta bi wê re ji aliyê Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu û Sekreterê Giştî yê DÎSK'ê Adnan Serdaroglu ve hat pêşwazîkirin. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hat kirin.    Hat diyarkirin wê serdanên Partiya Çep a Kesk di rojên pêş de jî bidomin.