Bendavên dibêjin ‘bi fêde ne’ bi xeter in

  • 09:59 15 Kanûn 2018
  • Ekolojî
Şehrîban Aslan
 
AMED - Bendava Keça Qirêl ya li Gêla Amedê rêjeya ava wê bilind dibe û ev jî her tim rê li ber kargeriyên di bin avê de dimîne vedike.
 
Li herêmê bendavên hatine çêkirin, gelek warên dîrokî û xwecîhbûnê di bin avê de dihêle û hişek tê tunekirin. Projeya Bendeva Ilisu ya Heskîfê dîroka 12 hezar salî tune dike. Her çiqas rayedar îdia bikin ku cihên dîrokî zirarê nabînin jî, her der tên dînamîtkirin. 
 
Dîroka hezar salî di bin avê de ye
 
Bendava Kral Kizi ya li Gêlê ya Amedê ku di navbera 1985-1997’an de hatiye çêkirin, gelek xanî, şikeft, hemam, zinarên hatine nexşandin, gorên kralan, pirên dîrokî, aşê dîrokî, rez, baxçe û cihên xwe cihbûnê di bin de man. Îro her çiqas bê gotin ku serdanên wê gelek zêde ye jî, Welatiyên Gêlê ji çêkirina bendavê ne razî ne. Welatiyan wiha gotin: “Kal û pîrên me beriya bendavê ev der dîtîbûn. Her tim vedibêjin. Niha cihên dîrokî yên mane jî di bin xeterê de ne. Cihên mane jî ji ber bilindbûna avê, di bin avê de dimînin.”
 
Hat dîtin ku aşê avê yê di bin avê de maye jî hîna dixebite û qada ku aş lê ye jî, pêl tên avê.
 
Kargerî di bin avê de man
 
Di demên dawî de ji ber zêdebûna baranê li navçeyê, cihên seyrangehê jî di bin avê de mane. Li gorî agahiyên ji bazirganan hatine girtin ev tişt hatine jiyîn: “Ev hefteyeke şilî gelek zêde ye. Van barana her der di bin avê de hişt. Kargeriyên me, keştiyên me di bin avê de man. Îsal her tiş biha ye jixwe. Niha jî me bêtir ziar dît.”
 
Xwediyên kargeriyan diyar kirin ku rayedaran gotine wê av heta çend rojan bê kişandin lê diyar kirin ku ji ber kapaxek bendê jê derketiye navçeyên Gêl, Yenîşehîr, Sûr, Çinar û Bismilê di bin rîskê de ne. Walîtiyê jî derbarê vê de daxuyanî da. Ji aliyê rayedaran ve jî nayê xwestin ku xetere bê dîtin.