Li kontarên Cudî ruyekî veşarî: Geliyê Rû

  • 09:31 9 Kanûn 2018
  • Ekolojî
Medîne Mamedoglu
 
ŞIRNEX - Newala li gundekî kontara Cudî bi dîmena xwezaya xwe û sûlava xwe her kesî li hember xwe heyran dihêle.
 
Xweşikahiyên xwezayî yên li her çar aliyê Kurdistanê li bendê kîfşkirinê ne hene. Ji ber pevçûn û biryarên herêma ewlehiya taybet, li Şirnexê li şûna gel leşker hatine bicihkirin û gel ji van cihên xweş bêpar dihêlin. Ji bilî çiyayên bi heybet sûlavên herêmê jî navdar in.
 
Bi salan e li bendê kîfşkirinê ye
 
Li gundê Xirabreşkê yê li kontarê çiyayê Cudî ya navçeya Sîlopya Şirnexê ye geliyekî bi heybet heye. Gelê Gund navê wê ‘Rû’ danîne. Geliyê ji kontarê Cudî dest pê dike heta gundê Xirabreşkê berdewam dike.
 
Hem Sulav hem jî dîmena xwezayê
 
Geliyê ku ji aliyê gundiyan ve bi salan hat bikaranîn piştî salên 90’î tenê hat hiştin. Di nava demê de gelî jî bi armancên cuda hat bikaranîn. Gundî ava ji gelî tê pê erdên xwe av didin. 
 
Ji ber operasyon û zextan kes naçe
 
Geliyê bi dîmena xwe her kesî matmayî dihêle, sûlavek jî lê heye. Şêniyên gund wiha dibêjin: “Em tenê ji bo avê dikarin biçin. Lê dikare bi gelek awayî bê bikaranîn. Gelek xweş e.”