Jinên Kizilcakoylu: Me zarokên xwe ji bo Gurîş neanî dinê

  • 09:06 6 Kanûn 2018
  • Ekolojî
AYDİN - Jinên Kizilcakoylu bertek nîjanî çêkirina JES ya ji aliyê şîrketa Gurîş ve li navçeya Efeler, dan û diyar kirin ku bila dewlet qanûnên xwe pêk bîne û gotin wan zarokên xwe ji bo GURÎŞ neanîne dinê.
 
Li navçeya Efeler a Aydinê li qada ku gund lê ne ji aliyê Şîrketa Enerjiyê ya Gurmat ve ji bo çêkirina JES’ê bêyî li bende rapora ÇED’ê bimîne, dora 28 donim erd bi têlan dorpêç kir. Jinên ku 120 roj e li dijî çêkirina JES’ê berxwe didin rojek berê ji aliyê cendermeyan ve hatin derbkirin. Leyla Çiyanşen, Fatma Orbay û Hatîce Barlas yên birîndar bûn jî hatin binçavkirin.
 
Jinên ji bin çavan derketin rapora derbkirinê girtin û li Serdozgeriya Komarê ya Aydinê serlêdana sûc kirin. Rayedarên şîrketê duh şevê saet di 03.00’and e bi TOMA’yan ax avdan. Jinên Kizilcakoylu bertek nîşanî vê pêkanînê dan.
Jina bi navê Aysel Gungor bang kir ku dewlet qanûnên xwe pêk bîne û wiha got: “Dema ÇED’ê hîna heye. Hîna biryar derneketiye qadê dorpêç dikin. Ev ne cihekî taybet e. Heta rapor derkeve ew hewl didin şantiyê ava bikin. Leşker jî kesên GURÎŞ jî ne yên me ne. Leşkerên me kirine parastina GURÎŞê.”
 
Fatma Orbay jî ku piştî derbkirina cendermeyan birin nexweşxaneyê diyar kir ku ev 120 roje nobetê digirin û ji ber vê nikarin zeytûnên xwe jî kom bikin û got wan serlêdana sûc kiriye.
 
‘Şaredar nehat serdana me’
 
Zehra Dogrul jî bi lêv kir ku şaredariya Aydinê jî der barê JES’ê de piştgirî nedane wan û şaredar Ozlem Çerçîoglu carekê nehatiye serdana wan. Zehrayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wesayîta me ya çopê hebû, motora me hebû hemû ji destên me çûn. Salona me ya dawetê hebû. Ew jî dagir kirin. Sala borî zeytûnên me telef bûn. Em şaredariya ku gel difikire dixwazin. Wan li ser kursiyên xwe em firotin.”
 
Elmas Uyanik jî ku ji bo ziyaretê hat gund wiha got: “Dewletê em bi cendermeyan re anî rû hev. Ez dixwazim ku em hemû xwedî mafên wekhev bin. GURÎŞ ji bo xwe wê pere qezenc bike lê em ê jî tune bibin. Me zarokênx we ji bo GURÎŞê neanî dinê. Ez ji bo piştgiriyê hatime vir û naçim cihekî.”