‘Ji ber maddeyên kimyevî îsal bi hezaran mozên hingiv mirin’

  • 09:01 30 Mijdar 2018
  • Ekolojî
COLEMÊRG - Herêma Colemêrgê bi hingivê xwe yê herî paqij û xwezayî tê zanîn. Lê bele îsal ji ber qedexe û bikaranîna maddeyên kimyevî ku tê bikaranîn li herêmê bi hezaran mozên hingiv mirin û bi qaqsî ku hat xwestin berhem ji wan nehat bidestxistin. Der barê mirina mozên hingiv de û qirkirina xwezayê Hatayî Demîr nirxandin kir. Hatayiyê diyar kir ku ger wisa berdewam bike dê di pêşerojê de mozên hingiv biqedin. 
 
Her sal li Colemêrgê bi dehan herêm tên qedexekirin. Li herêmê ji ber qedexe û bikaranîna maddeyên kimyevî  îsal hilbirîna hingiv wekî ku dihat xwestin pêk nehat û bi hezaran moz mirin. Ji ber texrîbata xwezayê îsal li herêmê kesên ku hilberîna hingiv dikirin û moz xwedî dikrin zerareke mezin dîtin. Têkîldarî mijarê jina bi navê Hatayî Demîr ku mozan xwedî dike û hilberîna hingiv dike nirxandin kir. 
 
‘Ji ber qedexe û pevçûnan mozên hingiv zerar dîtin’
 
Hatayiyê anî ziman ku texrîbata xwezayî pêşiya hilbirînê digire, ajalan dikuje ajalan digre û got ku ger pêşiya qirkirina xwezayê neyê girtin dê di pêşerojê de mêşên hingivîn nemînin û wiha got:”Ez piştî ku hatim îxrackirin min li Erzurumê dest bi xwedîlkirina mozên hingiv kir. Ez niha bi xwedîkirina mozan hem debara xwe dikim, hem jî kêfa min bi vê yekê tê. Ji ber qedexe û pêvçûnan îsal mozên hingiv zirarek mezin dîtin û me jî biqasî ku divê hilberîna hingiv nehat kirin û me berhemeke gelek kêm bi dest xist. Xweza îsal bi texrîbateke mezin re rû bi rû ma. Daristan hatin şewitandin û zozan hatin qedexekirin. Bêgûman van pêkanînên neyînî bi xwe re qirkirina xwezayê anîn.  Ji ber vê qirkirina xwezayê li herêma Kurdistanê bi hezaran mozên hingiv ji ber ku mirin berhemeke baş nehat bidstxistin. Mozên mayî jî bi qasî ku divê berhem nedan. Hilberandina gelek berhemên din jî bi alîkariya mozên hingiv tê kirin. Bi  tunekirina mozên hingiv re xweza bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye.” 
 
'Dê nifşê mozên hingiv biqede’
 
Hatayiyê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tunebûna mozên hingiv û got ku ji aliyê desthilatdaran ve pergala xwezayê tê perçekirin û ev tişt got;”Albert Einstein dibêje, “ Ger ku moz tune bibin, dê 4 sal emre mirovahiyê bimîne” Bi vê gotinê peyama xwedî derketin û parastina xwezayê daye mirovahiyê. Lê mixabin pergalên heyî  bi perçekirin û talankirina pergala xwezayê mijûlin. Ez 2 sal in li Erzurumê bi xwedîkirina mozên hingiv mijûlim. Min tu car bi qasî îsal mirina mozan nedît. Ger ku wisa berdewam bike, dê di pêşerojê de moz nemînin. Bi maddeyên kimyevî moz dimrin. Xweza tê jehrkirin. Xwedîkirina mozan û hilberîna hingiv û xwezayê pêdivîya herî jiyanî ye. Ji ber wê yekê jî divê em xwezayê rehet bihêlin.
 
‘Mozek tenê xwedî hemû hêza jiyanê ye’
 
Hatayiyê herî dawî diyar kir ku ji bo pêşeroja mirovahiyê divê mozên hingiv bên parastin û wiha axaftina xwe bi dawî kir;” Maddeyên kimyevî ji hemû heyînên zindî re gef e. Em bi mudexelekirina xwezayê di heman demê de ne tenê xwezayê, mirovahiyê jî dikujîn. Şerê ku li ser xwezayê tê kirin pirsgirêka hemû mirovahiyê ye. Divê neyê jibîrkirin ku mozek tenê xwedî hêza hemû jiyanê ye. Ger ew nebin em jî dê nebin. Ji ber vê divê li xwezayê xwedî bê derketin û mozên hingiv bên parastin.”