Ekolojîst Seher Ataş:Xwezaya Kurdistanê tê tallankirin

  • 09:04 18 Mijdar 2018
  • Ekolojî
COLEMÊRG - Li bajarên Kurdîstanê di encama polîtikayên şer de qirkirina ekolojiyê bênavber berdewam dike. Li herêma Colemêrgê ji ber çêkirina kanên  madenê xweza, av, ajal, û mirov zirarên mezin dibînin. Der barê  qirkirina ekolojiyê ya herêmê ekolojist Seher Ataş nirxandin kir. 
 
Di demsala havînê de  her sal li  Kurdîstanê bi hezaran dar û daristan ji aliyê balafirên şer ve tên şewitandin ev jî bi xwe re hilweşandina xwezayê û  tunekirina ekolojîyê tîne. Li herema Colemêrgê ji ber xebatên kanên madenê heta niha texrîbateke ekolojik a mezin hatiye kirin. Li gel xebatên madenê çavkaniyên avê wenda dibin û her wiha  binesaziya erdnîgariya herêmê  xerab dibe.  Têkîldarî xebatên madenên ji bo derxistina madenê de  Hevberdevka Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Seher Ataş nirxandin kir. Seherê anî ziman ku li herêmê xebatên derxistina madenê ya ji binê erdê  cûrbûyina biyolojik asten dike  û got ku kanên madenê bi xwe re texrîbeteke mezin tînin. 
 
‘Xebatên madenê Colemêrg vegerandine hêlîna kormişkan’
 
Seherê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku bi xebatên madenê Colemêrg vegerandine hêlîna kormişkan û wiha berdewam kir;”Li her derên Tirkiyeyê bi xebatên madenê re pêşî li  texrîbeteke mezin hatiye vekirin. Bi taybetî jî li herêma Colemêrgê herî zêde xebatên madenê tên kirin. Ji aliyê dewletê ve komira ku ji malbatên xîzan re tê belavkirin, pêşiya qirêjiya hewayê vedike û ji ber vê Colemêrg di nav bajarên Tirkiyeyê de xwedî hewaya herî qirêj e. Gelaşxaneya Colemêrgê nêzî çemê zê ye û ev jî  dibe sedema qirêjiya çem. Şerê ku li herêmê tê meşandin, li herêmên qedexe lê hatine îlankirin pêşiya şewata daristanan vedike.  Her wiha çiyayêqeşayê Cîlo roj bi roj dihele. Hîna li bajêr sereb di çeman de diherikin. Li herêmê  guldexwîn kirine amûrê bazirganiyê.”
 
‘Li herêmê cûrbûyina biyolojîk kêm dibe’
 
Seherê bi lêv kir ku qanûna madenê ya ku  di sala 2004’an de hatiye êrêkirin binesaziya erdnîgariyê xer kir û got ku maden jiyana mirov û xwezayê ber bi talûkeyê ve dibe û wiha got:” Di sala 2004’an de bi qanûna madanê Tirkiye û bi taybet jî herêma Kurdistanê vegerandin hêlîna kurmişkan. Xebata madenê di heman demê de binesaziya axê jî hilweşand. Ev dibe sedema av û hewaya qirêj. Kanên madenê zevî, baxçe û daristanan hişk dike. Ev li herêmê  cureyê nebatan xera dike û zerarê dide sewlkariye. Sedema di zê de kêmbûyina masiyan kanên madenê ne. Çavkaniyên bin erd qirêj dibin û ev jî zirarê dide mirov û ajalan. Gelê herêmê ji ber ku nikare êdî bi pez xwedî kirinê debara xwe bike, koç dike. Di xwezaya Colemêrgê de cûrbûyina ajalan pir zêde heye, lê ji ber vê texrîbatê li herêmê cûrbûyina biyolojîk kêm dibe.” 
 
‘Li gel qirkirina ekolojiyê qirkirina dîrok û çandê dest pê dike’
 
Seherê anî ziman ku li herêmê texrîbata herî mezin şerê heyî ye û got ku li herêmê xweza wekî çeka şer bi kar tînin û wiha pê de çû;” Li herêmê texrîbata herî mezin şerê heyî ye. Xweza wekî amûrê şer tê bikaranîn. Di her demsala havînê de herêm tê bomberankirin. Bi destê dewletê  xweza tê hilweşandin. Ew şewata ku bi rojan berdewam dike pir qadan texrîb dike. Ji bo vemirandina şewata daristanan dewlet bi tu awayî hewl nade û destûr nade ku gel jî mudexele bike. Ajalên di daristanan de zindî tên qetilkirin. Qadên ajalan yên xwezayî tune dikin. Mezinbûna daristanan salan digire. Ji ber qedexeyan  gel koçber dibe û herêmê bê mirov dihêlin. Avabûna bajarên mezin polîtikayên dewletê ne. Li gel qirkirina ekolojiyê qirkirina dîrok û çandê dest pê dike.”
 
‘Sewal ne ji ber şarbonê, ji ber bikaranîna çekên kimyewî mirar bûn’
 
Seherê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku nexweşiya şarbonê li herêmê tune ye û diyar kir ku sewalên ku heta niha mirar bûne li herêmê ji ber bikaranîna çekên kimyewî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe:” Di demeke nêz de di çapemeniyê de li gundê Dezê nûçeya bi hezaran sewal ji ber nexweşiya pez a bi navê şarbon mirar bûn, hat serwîskirin. Lê li gorî agahiyên ku hatine destê me sewal ne ji ber şarbonê, ji ber bikaranîna çekên kimyewî mirar bûne. Ger ku ev îdda rast be ev wê li herêmê bibe sedemê talûkê yê. Hem xwezaya herêmê hem jî tendûristiya mirov di xeterê de ye. Gundiyên ku li herêmên qedexe li wan hatiye îlankirin dijîn, ji ber ku ditirsin nikarin van vebêjin. Ger ku li herêmê çekên kimyewî hatine bikaranîn, çima ev daneyan nehatine parvekirin? “