Texrîbata li Heskîfê didome

  • 09:30 17 Mijdar 2018
  • Ekolojî
ÊLIH- Ji ber çêkirina Bendeva Ilisu texrîbata li Heskîfê didome û piştî barkirina hebûnên çand û dîrokî şûnde, kevirên mînara Mizgefta Er Rizk ya ji îbadetê re hatiye girtin jî, ji cih hilweşandin.
 
Li navçeya dîrokî ya Heskîf a Êlihê ji ber bendava Ilisuyê ya tê çêkirin texrîbat didome. Piştî gelek texrîbatên cihên dîrokî şûnde niha jî kevirên minareya Mizgefta Er Rizk a aydê dema Eyubiyan ya xwedî dîrokek 609 salî ye yek bi yek jê tên girtin.
 
Minareya ku tê plankirin bi sê parçeyan bê barkirin, kevirên wê jê tên derxistin û mizgeft jî ji îbadetê re hat girtin. Darên baxçeyên mizgeftê jî hatin birîn ûli dijî vê bêdengiyek mezin heye. Li aliyê din jî çemê Dîcle bi xîzê tê tijekirin û Keleha Heskîfê jî bi dîwarê beton tê lêkirin.