‘Sulava Bêgiriyê tê tunekirin’

  • 09:27 17 Mijdar 2018
  • Ekolojî
WAN- Hevberdevka Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê Seher Ataş diyar kir ku qeyûmê tayînê şaredariya Bêgiriya Wanê bûye, rekreasyona der barê Sulava Bêgiriyê li ser maseyê amade kiriye û wih agot: “Sûlav qada sît e. Li ser maseyê bi hesabê betonê peyzaja wê nikare bê kirin. Betonkirin teşeyek çawa ya parastinê ye gelo.”
 
Van ya ku du sale bi polîtîkayên qeyûm tê bi rêvebirin, di bin navê ‘restorasyonê de’ xweza, çand û dîroka wê tê tunekirin. Ewil Keleha Keçikê, Pira Şeytan, Sûka Penîr û niha jî Sulava Bêgiriyê.
 
Hevberdevka Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê Seher Ataş diyar kir ku Sulava Bêgirtiyê xwedî taybetiyek girîng ya dîrokî ye û qada sît a xwezayî ye. Seherê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qeyûmê tayînê şaredariyê bûye, bi fikra ‘dikarim çawa zêdetir pere qezenc bikim’ rekreasyonê dike. Qeyûm xweza û erdnîgariya Wanê nizane û li gorî vê tevdigere. Sûlav qada sît e û peyzaja wê nikare li ser maseyê bê kirin. dîroka 200 salî tê tunekirin.”