Li Wanê dîrok tê tunekirin

  • 09:09 8 Mijdar 2018
  • Ekolojî
WAN - Qeyûmê tayînî şaredariya Artemita Wanê bû, li Keleha Keçikê ya ji dema Urartuyan maye, projeya ku çêkirina kafe û restorekirinê tê de cih digire xist meriyetê. Hevberdevka Tevgera Ekolojiyê Seher Ataş wiha got: "Avahiyên Urartu, Selçuklu û Ermenî yên li Wanê hatin texrîbkirin. Hewl didin li gorî xwe dîrokekê biafirînin û dîrokê ji dema xwe bidin destpêkirin. Ev hewldanên wan li dijî çand, ziman û hiş êrîş e."
 
Li Wanê ku ev du sale bi polîtîkayên qeyûm tê bi rêvebirin di bin navê ‘restorasyonê’ de dîrok, çand û xweza tên texrîbkirin. Demek berê sûka Penîr a dîrokî ya Wanê û Pira Şeytan di bin navê ‘restorasyonê’ hat xerakirin û niha jî Keleha keçikê lê zêde bû.
 
Li Keleha dîrokî restorasyon û kafe
 
Keleha Keçikê ya ji dema Urartuyan maye, bi restorasyonên biçûk ên li gorî taybetiya wê ya dîrokî heta îro hatiye û niha qeyûmê Artemitê Atif Çîçek keleha dîrokî ji îmarê re vekir û dest bi xebatên kafeterya û restorasyonê kir. 
 
‘Armac tunekirina dîroka herêmê ye’
 
Hevberdevka Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Seher Ataş destnîşan kir ku armanca tayînkirina qeyûman ev bû ku hemû cihên dîrokî yên li herêmê tune bikin û wiha got: “Çi hebûn hemû bi destê qeyûm tune kirin. Restorasyon tê wateya ku cihekî kevn ê berê ku hilweşyaye, li gorî taybetiyên wê çê bike. Lê qeyûman ev qadên dîrokî ji rantê re vekir û kirin beton û hesin. Hemû avahiyê dîrokî ji ber vê formên xwe yên xwezayî winda kirin. Hemû avahiyên dîrokî yên Urartu, Selçuklu û Ermenî yên Wanê hatin tunekirin. Armanca qeyûman ev e ku bi alîgirên xwe pere bidin qezenckirin. Dibêjin em ‘keleha keçikê’ restore dikin, lê em dinêrin kafeyê çê dikin. Rijandina betonê ne restorekirin e.”
 
‘Qeyûm qada sîtê ya xwezayê veguhert rantê’
 
Seherê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Keleha Keçikê ya yekem talana qeyûmê Artemîtê ye û got: “Keleh ji dema Urartuyan maye. Di heman demê de wek qada sîtê hatiye qebûlkirin. Divê em hemû xwedî li Keleha Keçikê derkevin. An jî wê hemû nirxên me yên dîrokî ji aliyê qeyûm ve bên tunekirin.”