‘Hewcedariya xwezayê bi me ya me jî bi xwezayê heye’

  • 09:25 4 Mijdar 2018
  • Ekolojî
Melîke Aydin
 
AYDIN - Jinên li dijî JES’an di berxwedanê de bûne pêşeng, baldikşînin ser têkiliya xwe ya bi xwezayê re û wiha dibêjin: “Em hewcedarê mêran nabin û bi berhemên xweza didin me debara xwe dikin. Mêr fêm nakin, xweza me diparêze, hewcedariya me bi xwezayê heye.”
 
Li gundê Kizilcakoy a Încîrlîova ya Aydinê tê xwestin ku bîra Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) bê avakirin. Civîna Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) ya li gundê Derekoy pêk hat jî ji aliyê gundiyan ve hat protestokirin. Rayedarên li ser navê Gurmat Elektîrîk Uretîm AŞ û Midûriyeta Bajarvanî û Hawirdorê hatin nehiştin welatî biaxivin. Di berxwedana li gundê Kizilcakoy berdewam dike de jin pêşengiyê dikin.
 
‘Em gundî ne û hewcedariya me bi xwezayê heye’
 
Yek ji cihên ku dihat xwestin JES lê bê çêkirin, gundê Başkoy ya Tîre a Îzmîrê bû. Di mehên borî de di encama berxwedana welatiyan de Qeymeqamtiya Tîreyê rapora ÇED’ê qebûl nekir. Yek ji jinên ji gundê Başkoy ku ji bo piştgiriyê Kizilcakoyê hatibû Pinar Koldaş got li gundê wan têkoşîna wan bi ser ketiye û got: “Lê bi vê naqede. Em ji bo zarok, cîhan, sewal û xwezayek şîn têdikoşin. Em gelê xizanin. Xweza me dewlemende. Em êdî ji bo pêşeroja zarokên xwe bi fikarin. Êdî xwendina zarokan zehmet bûye. Em gundî ne hewcedariya me bi xwezayê heye.”
 
‘Divê piştevaniya jinan li her derê hebe’
 
Salîha Ozdemîr jî destnîşan kir ku têkoşîna li Başkoy bi piştgiriya her kesên ji gund hatiye qezenckirin û wiha got: “Ji ber JES’an me zirarek mezin dîtiye. Sibehan dema ji alî behrê bat ê em bîhnê digirin.Divê em bibin yek. Hewcedarî bi piştevaniya jinan heye. Em cîhana xwe ji bo xwe têk nebin.”
 
Jinek din ya ji Başkoy, Şerîfe Şengul diyar kir ku hem li malê û hem jî li ser erdan jin dixebitin û got divê êdî jin jî bibin xwedî gotin û wiha got: “Pîşeya me gundîtiye. Tiştên xweza didin min ez difroşim û pereyê min ji wir tê. Her demsal tiştek tê. Mêr fêm nake. Hewcedariya me bi xwezayê heye.
 
‘Em şev û roj nobedarin’
 
Jina bi navê Fatma Aral ya ji gundê Arzular e bi lêv kir ku erênkirina projeyek wisa ya ji aliyê dewletê ve bê wateye û wiha dawî lê anî: “Wezaret ne li cem gundiyên xwe, li cem gelê xwe ye. Li cem berjewendiyane. Bila jin xwedî li ked û mafên me derkevin. Dewlet erê bike jî emê şer û roj nobetê bigirin.”