Parêzera hat tasfiyekirin:TBB bûye hevkarê sûc

  • 09:04 3 Mijdar 2018
  • Ekolojî
ÎZMÎR - Parêzer Şehrazat Mercan diyar kir ku di pêvajoya xweza tê qetilkirin de TBB’ê, Komîsyona Hiqûqê ya Bajar û Hawirdorê teng kiriye û parêzer tasfiye kirine, bûye hevkarê sûc. Şehrazatê diyar kir ku ji bo dozên ekolojiyê di çarçoveya ‘sûcê ekolojîk, sûcê bajar’ de bê nrixandin xebatên komîsyonê dane destpêkirin û got bi tasfiyekirina ji komîsyonê re xebat nîvco mane û divê Tirkiye peymana Aarhus îmze bike.
 
Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) 24 parêzerên endamên Komîsyona Hiqûqa Bajar û Hawirdorê peywira wan bi dawî kir û hejmara komîsyonê daket 7’an. Yek ji parêzerê ku dawî li peywira wê hat dayîn Şehrazat Mercan bû û got ew ji encamên dozên ku dişopînin bi fikar in, lê wê şopdarê dozê bin. Şehrazatê bi lêv kir ku divê gel xwedî li doz û parêzeran derkeve û divê Tirkiye peymana Aarhus îmze bike.
 
'Yê ku pêşî li lêgerîna maf vedike dîsa parastin e'
 
Şehrazatê her wiha destnîşan kir ku li Sînopê bi hezaran dar hatine qetilkirin, li Cerattepe çavkaniyên madenê ji şîrketan hatiye vekirin û tevî vê TBB’ê komîsyon teng kiriye û parêzerê di qada xwe de pispor in tasfiye kirine. Şehrazatê ev tişt bi lêv kir: “Mafê her parêzerê heye ku li her dosyayê binêre. Ez nizanim sedemek polîtîk a tasfiyekirina me heye an na. Ger tiştek wisa hebe divê em bi ser vê de biçin. Yê ku pêşî li lêgerîna maf vedike dîsa parastin e. Dema rewşek wisa hebe divê yekitiya baroya pêşiya vê vebike.”
 
'Li ku têkoşîna gel hebe li wir şûnde gav tê avêtin'
 
Şehrazatê daxuyakirin ku tevî ku şîrketan doz qezenc kirine jî bi hestiyariya gel rewş dikare berovajî bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdarî biryara ku ÇED digire betal dike. Li ku têkoşîna gel hebe li wir şûnde gav tê avêtin. Texrîbatên ekolojîk sînorê siyasî nas nake û bandorek neyînî li ser hemû erdnîgariyê dike. Ji bo dozên ekolojiyê di çarçoveya ‘sûcê ekolojîk, sûcê bajar’ de bê nirxandin xebatên komîsyonê dane destpêkirin û got bi tasfiyekirina ji komîsyonê re xebat nîvco mane û divê Tirkiye peymana Aarhus îmze bike.”