Mozên hingiv bi tunebûnê re rûbirû ne

  • 14:04 31 Cotmeh 2018
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Greenpeace derbarê ji bo ku mozên hingiv bên parastin kampanya dabû destpêkirin û di kampanya ku berdewam dike de bang li Tirkiyeyê kir û dermanên zerarê li mozên hingiv dike ku neonîkotînoîd di nav de heye qedexe bike.
 
Rêxistina Navneteweyî ya Parastina Derodorê Greenpeace, kampanyaya ku ji bo parastina mozên hingiv dabû detpêkirin berdewam  dike. Kampanyaya ku bi sernavê "Ji bo moz bijîn em hemû di kewarekê de ne" bal kişand ser girîngiya mozan diyar kir ku hebûna mozan ji hingivê wan girîng tir e.