Şewata li Newala Roj ku derket berdewam dike

  • 11:38 26 Îlon 2018
  • Ekolojî
DERSIM - Li herêma Newala Roj a Dersimê, şewata ji ber bombebaranê rû dayî berdewam dike û destûr nayê dayîn komên dildar biçin herêmê û mûdaxileyê şewatê bikin.
 
Li herêma Newla Roj a Dersimê, şewata ji ber bombebaranên hewayî û bejahî rû da, berdewam dike. Şewata ji 22’yê Îlonê ve berdewam dike her diçe li herêmê belav dibe. Yekîneyên leşkerî destûrê nadin komên dildar ên dixwazin biçin herêmê û mûdaxileyê şewatê bikin.  
 
Dildaran diyar kir ku bi şewatê xwezayê qetil dikin û anîn ziman ku dewlet bi zanebûn erdnîgariya wan dişwitîne.