Şewata li Newala Roj ku derket berdewam dike 2018-09-26 11:38:32   DERSIM - Li herêma Newala Roj a Dersimê, şewata ji ber bombebaranê rû dayî berdewam dike û destûr nayê dayîn komên dildar biçin herêmê û mûdaxileyê şewatê bikin.   Li herêma Newla Roj a Dersimê, şewata ji ber bombebaranên hewayî û bejahî rû da, berdewam dike. Şewata ji 22’yê Îlonê ve berdewam dike her diçe li herêmê belav dibe. Yekîneyên leşkerî destûrê nadin komên dildar ên dixwazin biçin herêmê û mûdaxileyê şewatê bikin.     Dildaran diyar kir ku bi şewatê xwezayê qetil dikin û anîn ziman ku dewlet bi zanebûn erdnîgariya wan dişwitîne.