Pezkoviyên Dêrsîmê rastî eleqeyek mezin tên

  • 09:02 8 Hezîran 2024
  • Ekolojî
 
Gulîstan Gulmuş
 
DÊRSÎM - Pezkoviyên ku "Dewarên Xizir" tên zanîn, li Dêrsîmê eleqeyek mezin dibînin.
 
Dêrsîm bi xweza xwe her demê li Kurdistanê yek ji bajarên ku herî zêde eleqeyê dibîne ye û balê dikşîne ser xwe. Dêrsîm gelek cureyên nebatan, çem û çavkaniyên avê, çiyayên bilind û cureyên ewalan tê zanîn. Dêrsîm bi van taybetiyên xwe dibe cihê turîstên herêmî û biyanî. Pezkoviyên ku wek "Dewarên xizir" tên zanîn dema ku Dêrsîm tê gotin ewil ew tê bîra mirovan. 
 
Pezkovî hema hema li her navçeya Dêrsîmê hema dikarin derkevin pêşberî mirovan. Pezkoviyên ku ji zinar û cihên aloz bi awayekî baş digerin, bi taybet li  gundê Xeç a Xozatê û ji aliyê kesên tên serdana gund ve eleqeyek mezin dibînin. Pezkovî li Dêrsîmê ji demsala biharê heta  payîzê  hewcedariya xwê peyda dike.
 
Pezkoviyên ji aliyê neçîrvanan ve tên qetilkirin, ji aliyê gelê herêmê ve tên parastin. Pezkovî di pergala baweriya li Dêrsîmê de cihê girîng digirin û ji ber vê li vir pîroz tên dîtin, tên parastin.
 
Pezkoviyên di bin xetereya tunebûnê de tevî vê her sal bi dehan pezkovî tên qetilkirin. Her wiha pezkovî di dema pevçûnan de jî tên qetilkirin.