Cerdevan li Herekolê daran dibirîn

  • 11:29 2 Hezîran 2024
  • Ekolojî
 
 
ŞIRNEX - Li bejahiya herêma Herekolê ya Dihê  cerdevan daristanan tune dikin.
 
Piştî herêma Besta, Cûdî û Gabarê yên Şirnexê li navçeya Dihê ya Sêrtê jî qadên daristanan tên tunekirin. Cerdevan li kuntarê Çiyayê Herekolê dest bi birîna daran kirin. Darên ku tên birîn bi qemyonan vediguhezin cihên cuda.