Santrala nûkleerê zirarê dide şêniyên Îdirê

  • 09:04 2 Hezîran 2024
  • Ekolojî
 
Rojda Aydin
 
ÎDIR - Santrala Nûkleerê ya Metsamorê ku li sînorê Tirkiye bajarê Îdirê û Ermenistanê de hatiye avakirin, dibe sedema nexweşiyên pençeşêrê û ji ber vê yekê nexweşî demên dawiyê de gelek zêde bûye. Welatiyên gundê Muşrîtalî, xwestin ku ev santral demildest bê girtin.
 
Santrala Nûkleerê ya Metsamorê ku di sala 1977’an de ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ve hatiye çêkirin, gelekî nêzî sînorê Tirkiye bajarê Îdirê û Ermenîstanê hatiye avakirin. Ev santrala ku nêzî 16 kîlometreyan dûrî bajarê Îdirê ye, bi şêweya Çernobîlê hatiye avakirin. Santrala ku tê ragihandin ku ji aliyê mîmarî ve kêmasî ye û tevî ku av têra sarkirinê nabe jî xebatên xwe didomîne, li ser xeta pêla Çiyayê Araratê ye. Her çend di sala 1989’an de piştî erdheja Spîtakê ya ku di sala 1988’an de li Ermenîstanê pêk hat û bû sedema wêraniyeke mezin, ji ber sedemên ewlehiyê ev santrala di sala 1993’yan de dîsa dest bi xebatê kir. Ji bo santrala ku di destpêkê de dihat gotin wê heta sala 2040’î bê bikaranîn, dema bidawîbûna wê weke sala 2026’an hat diyarkirin.
 
Li gor agahiyên gundiyan santral ku hîn jî dixebite, ew duyê wê li ser gelek gundên Îdirê belav dibe. Gundên wek Godeklî, Haciaga, Ramazankent, Kerîmbeylî, Bekîrhanli, Koçkiran, Alîcan, Tacîrlî, Necefalî, Kadikişlak, Kûzûguden, Hakmehmet, Muşrîtalî û gelek gundên din di bin bandora santralê de dimîne. Her wiha ji ber santralê li Îdirê gelek nexweşiyên wek pençeşêrê jî zêde bûne. Di heman demê de ev santral bandorê xweza û çandiniya welatiyên gund jî dike. Ji ber vê yekê di hêla aboriyê de jî welatî zehmetiyên mezin dijîn.    
 
Welatiyên gundê Muşrîtalî ku ji ajansa me re axivîn, gotin ku santral dibe sedema gelek nexweşiyan û dixwazin ku demildest bê girtin.
 
‘Şewbek mezin di nava gel de heye’
 
Welatiya bi navê Serîvan Kizilay, destnîşan kir ku santrala nûkleerê bi salane di navbera sînorê Ermenîstan û Îdirê de hatiye avakirin û got ku berê ev qas zirarek mezin nedida, lê salên dawiyê de zirarek mezin dide welatiyan. Serîvan, bi lêv kir ku ji ber vê yekê şewbek mezin di nava gel de heye û wiha got: “Ji zarokan bigirin hemû kes nexweş in. Zebze û fêkiyên me hemû zirarê dibînin, em tim derman dikin. Em êdî nikarin tiştên organîk bixwin. Ji zebze û fêkiyan bigirin, heta ceh û genimê xwe jî em derman dikin. Ev santral bi taybetî bandorek mezin li ser jinê dike. Ji ber ku di demên dawiyê de jin bi pênçeşêra sîng û mîdeyê dikevin. Bi taybetî ev çend salên dawiyê ye nexweşî gelek zêde bûye. Ev çend salên dawiyê ye hem nexweşiya pençeşêrê û hem jî nexweşiyên din gelek zêde bûne. Her wiha hewaya Îdirê gelek xirabe. Bi taybetî ev santal bandorek mezin li hewayê dike. Hewaya vê derê tim mij e. Her wiha tê gotin ku dema erdhêjê ew santral deriziye û diçizire.”
 
Nexweşî  zêde bûne!
 
Serîvan, diyar kir ku dû, toz û mija wê santralê tê li ser gundên wan belav dibe û ji vê jî jin, zarok, kal û pîr hemû bandor dibin û wiha axivî: “Welatiyên gundê me tim nexweş in. Hema zêdetirê welatiyên gundê me tedawiyê dibînin. Em dixwazin vê santralê bigirin. Bila zarokên me nexweş nekevin û em bikaribin zebze û fêkiyên xwezayî bixwin. Heta golikên me jî seqet tên dinyayê. Ne bi tenê mirov, sewalên me jî zirarek mezin dibînin. Jinên ducanî jî zarokên wan hemû nexweşin tên dinyayê. Jinên ducanî tim diçin nexweşxaneyê. Gelek caran xwînê didin ji bo kontrolê. Her wiha jinên ducanî carna jî pêşde diwelidin. Heta axa me jî zirarê dîtiye. Berhemên me hemû dirizin. Ji bo ev santral bê girtin welatiyên gund îmze jî kom kirin, lê belê negihîşte encamekî. Kesî guh neda vê daxwaza me. Em dixwazin vê santralê bigirin û ev nexweşî bi dawî bibin.”    
 
‘Tedawiya pençeşêrê li vir tuneye’
 
Welatî Cemîle Manaz jî ku ji ber vê santralê nexweşiya pençeşêrê qirikê ketiye û emeliyet bûye, wiha axivî: “Ev zirarek mezin dide mirovan û ji wan kesan yek jî ez im. Di qirika min min de tîmor derket û emeliyet bûm. Her wiha mîdeya min jî hildane ber bi jorê ve kişandine. Em dixwazin vê santralê ji wir bigirin û hildin. Ew zirarek mezin dide me. Berê ev nexweşiyên min tunebû. Ji ber santralê ev nexweşiyên min çêbûn. Ne bi tenê ez, hema bêje hemû welatiyên gund ji ber vê yekê nexweşiyê dikevin. Xeynî tendûristiyê bandorê xwezaya me jî dike. Fekî û zebzeyên ku em diçinin hemû zirarê dibînin, em nikarin bixwin. Hîn bi ser havînê me mehek derbas nabe hemû hişk dibin. Li aliyekê dinê ve sewalên me jî zirarê dibînin. Sewalên me jî tim nexweşin û em derziyê li wan dixin. Hem mirov û hem jî sewal nexweş in. Di heman demê de ava vexwarinê jî ne başe. Ez bi xwe jî nikarim ava gund vexwim. Ez ava ji marketê tînim vedixwim. Ev santral bandorê ava jî dike. Ev santral ne bi tenê bandorê me dike, her wiha bandorê li ser tevahiya Îdirê dike. Em û hemû gelê Îdirê dixwaze ku ev santral bê girtinê. Em zirarek mezin dibînin. Ez 6 mehan carekê tedawiyê dibînim. Alerjiya wê jî heye. Jin nexweşiya pençeşêrê ya malzarok, sîng û gelek tiştên dinê dikeve. Kesên rayedar bila vê santralê bigirin. Em hemû kes nexweşin. Her wiha dibêjin ew deriziye jî, lê dîsa jî dixebite. Dema em diçin nexweşxaneya Îdirê mirov dibîne ku hemû nexweş in û bi taybetî nexweşiya pençeşêrê ketine. Tedawiya pençeşêrê jî li vir tuneye. Em diçin nexweşxaneyên Erziromê, Stenbolê û cihên derdorê.”   
 
‘Em nikarin debara xwe bikin’
 
Welatiya bi navê Latîfe Tere jî da xuyakirin ku piştî santrala hatiye avakirin şûnde zirarek mezin li ser welatiyan çêbûye. Latîfe, bi lêv kir ku ew dixwazin santrala nûkleerê bê girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Santral bandorê mirov, hewa, xweza û sewalan dike. Jin, ciwan, kal û pîr ferq nakin hemû nexweş in. Nexweşiya pençeşêrê gelek zêde bûye. Ji ber vê yekê zarokên me pêşnakevin. Keça min 13 saliye, lê qet pêşneketiye. Ez 3 mehan carê dibim nexweşxaneyê. Li vir em bi zebze û fêkiyan debara xwe dikin. Lê ji ber ku ew jî zirarê dibînin em nikarin debara xwe jî bikin. Hem di aliyê aboriyê de û hem jî aliyê tendûristiyê de zirarê dide me. Em genim, ceh, baxceyan de fêkî û zebzeyan diçinin. Lê hemû dirizin. Ez 41 salî me û li vê gundê mezin bûme. Tê bîra min, nay bîra min ev santral heye. Ji bo santral bê girtin em gelek caran ketin nav hewldanê. Me îmze jî kom kirin, lê encam negirt. Em jî nizanin êdî çi bikin. Li vir nexweşxaneya Îdirê de tedawiya baş tuneye. Em neçar dibînin diçin nexweşxaneyên bajarên derdorê. Lê ew jî derfetên me zêde tuneye. Em di her aliyê de zehmetiyê dikişînin.”