Li Akbelenê êrişî parlamenteran kirin

  • 16:32 26 Tîrmeh 2023
  • Ekolojî
 
MÛGLA - Leşkeran li Akbelen a berxwedan lê didome êrişî Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û parlamenter Bûrcûgul Çûbûk û Perîhan Koca kirin. 
 
Li Daristana Akbelenê ya bi ser navçeya Mîlasa Mûglayê ve ji bo kana komirê dar tên birîn. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, parlamenter Bûrcûgul Çûbûk û Perîhan Koca ji bo piştgiriya berxwedana gel a li herêmê bikin hatin Akbelenê. Îbrahîm Akin û welatiyên pê re rastî êrişa leşkeran a bi ava şid û gaza îsotê hatin. 
 
Gelê herêmê li dijî êrişan li ber xwe dide.