Li Akbelenê êrişî parlamenteran kirin 2023-07-26 16:32:03     MÛGLA - Leşkeran li Akbelen a berxwedan lê didome êrişî Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û parlamenter Bûrcûgul Çûbûk û Perîhan Koca kirin.    Li Daristana Akbelenê ya bi ser navçeya Mîlasa Mûglayê ve ji bo kana komirê dar tên birîn. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, parlamenter Bûrcûgul Çûbûk û Perîhan Koca ji bo piştgiriya berxwedana gel a li herêmê bikin hatin Akbelenê. Îbrahîm Akin û welatiyên pê re rastî êrişa leşkeran a bi ava şid û gaza îsotê hatin.    Gelê herêmê li dijî êrişan li ber xwe dide.