Ji bo bibîranîna qurbaniyên erdhejê dar hatin çandin

  • 14:46 5 Nîsan 2023
  • Ekolojî
 
WAN - WAN ÇEVDER’ê, ji bo bibîranîna kesên di erhejê de jiyana xwe ji dest dan, dar çandin. 
 
Komeleya Piştevanî û Lêkolînê ya Parastina Berhemên Dîrokî û Hawirdorê ya Wanê (WAN ÇEVDER) ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane li Taxa Adiyaman a Wanê dar çandin. Piştî çandina daran daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Baroya Wanê beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
‘Bi hezaran dar ji kokê hatin jêkirin’
 
Parêzer Jiyan Ozkaplan a metna daxuyaniyê xwend, bal kişand ser êrişên li ser xwezaya Kurdistanê. Jiyan, diyar kir ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê her ku diçe birîna daristanan zêde dibe û wiha got: “Bi taybetî em li Kurdistanê bi polîtîkayên bêdaristaniyê re rû bir û ne. Ji bilî daristanên di pêvajoya şer a li Kurdistanê tê meşandin de, di salên dawî bi hinceta ‘ewlehiyê’ bi hezaran dar ji kokê hatin jêkirin û polîtîkayên bêdaristanî û bêmirovkirinê didomin.”
 
Jiyan, bi lêv kir ku di erdhejên navenda wan Mereş de ji ber mekanizmayên li ser bingeha rantê hilweşîneke mezin çêbû û wiha berdewam kir: “Bi hezaran mirovan û zindiyan jiyana xwe ji dest dan û hema bêje jîngeh ji holê rabûn. Desthilatê piştî vê karesatê bi heman hişmendî, bi rêbazên ne demokratîk û ekolojîk bi lez ket nava pêvajoya çêkirina avahiyan. Ev yek ji ber rant û sedemên polîtîk in. Em çalakiya xwe ya çandina daran diyarî kesên îsal di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, dikin. Em hemû civakê vedixwînin ku ji bo çandina şitilan bi me re hevpariyê bikin.”