'Em tevli kampanyaya çandina şitilan bibin'

  • 15:35 1 Nîsan 2023
  • Ekolojî
 
AMED - Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ragihandibû ku kampanyaya şitil danînê ya par li dijî bêdaristanî û polîtîkayên şer li ser navê parastina jiyan û aştiyê dabû destpêkirin wê îsal bê domandin.
 
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ragihandibû ku kampanyaya şitil danînê ya par li dijî bêdaristanî û polîtîkayên şer li ser navê parastina jiyan û aştiyê dabû destpêkirin wê îsal bi dirûşmeya “Bi şitilekê xwedî li jiyanê derkeve” ji bo bîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bidomînin. Komeleya Ekolojiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku piştevaniya kampanyayê dikin. 
  
Komeleya Ekolojiyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di navbera 1-10’ê nîsanê de bi dirûşmeya ‘Tu jî darekê biçîne, jîyanê şîn bike'; bang li gel, rêxistinên civakî yên sivîl û hemû parêzvanên jiyanê yên li Amedê dikin ku tev li aktîvîteya çandina şitilan a li baxçe, şaneşîn, li gundan, li dibistanan, kolan, tax û her quncikên bajêr bibin û her kesê ji bo vê kampanyayê teşwîq bikin.”