Gola Wanê di bin xetereya hişkesali û qirêjiyê de ye

  • 09:02 26 Adar 2023
  • Ekolojî
 
WAN - Ji ber germahiya global, qirêjiya hawirdor û xizmetên kanalîzasyonê hewzeya Gola Wanê gelek pirsgirêkan dijî û di demên dawî de gel ji ber bîhna ji pergala parzûnkirinê belav dibe bi gazinc in.
 
Gola Wanê bi mîmariya xwe ya xwezayî ya 200 hezar salî li cîhanê yek ji golên herî girîng e. Lê bi bandora qirêjî û hişkesayiyê bîhn û vekişîna avê derketiye holê. Sedema qirêjiya golê sazbûna bê pergal û xizmeta kanalizasyon, erozyon e. Li keviya golê 2 bajar 9 navçe û 136 gund û tax hene û bi giştî 1 mîlyonek û 200 hezar mirov lê dijîn.
 
Tesîsa parzûnkirina li navçeya Tuşbayê di saniyeyê de 18000 lt\sn ava kanalîzasyonê diherikîne golê. Rojê 56 hezar û 400 metre kup bermahiya kanalîzaysonê diherikînin golê û ev jî dibe sedema qirêjî û bîhnê.
 
Xebat raste rast tê meşandin
 
Ji ber hişkesayiyê di golê de çal û mîkrobiyalîte dertên holê. Pirsgirêkek din jî axa binî ye. Ji zemîna gola Wanê 807 hezar metre kup axa binî ji golê hat derxistin û di dema xebatên paqijiyê de rêbazên esas li ber çavan nayê girtin.  Axa divê bi kompîturê bê tespîtkirin û derxistin raste rast tê derxistin û perava golê tê valakirin.
 
Şêniyên taxa Îskeleyê ya navçeya Tuşbayê der barê mijarê de axivîn.
 
Aygul Erçetîn da zanîn ku ew 6 meh in li heman taxê dijî û ji ber bîhna ji tesîsa parzûnkirinê belav dibe nikarin derî û paceyên xwe vekin û wiha vegot: “Havînê em li ber deriyan rûdiniştin lê ji ber bîhnê em diçin hundir. Carna ji ber bîhnê heta derengiya şevê em hişyar dimînin. Piştî bîhn hinek kêm dibe em radizên. Divê rayedar çareseriyekê bibînin.”
 
Tesîsa li gor standardên YE’ê
 
Bîrsen Savur jî destnîşan kir ku ji berê de tesîs li taxa wan heye û wiha domand: “Rayedaran tesîsa berê bi hinceta wê pergalek nû ya teknolojik ava bikin guhertin. Dibêjin wê pergala nû di standartên Yekîtiya Ewropayê de bin. Lê ji ber bêhna ji pergala nû belav dibe em nikarin li malên xwe bisekinin. Niha xebatên axa binî tên kirin. Pirsgirêkên nû dertên holê. Bi kamyonan pîsiyê dibin. Ji toza ser riyan em nikarin deriyan paceyan vebikin. Em nikarin cilên xwe li derve raxin. Ji kamyonan pîsî dikevin.”
 
‘Şêniyan bar kirin’
 
Şêniyek din Esma Savur jî wiha anî ziman: “ 21 sal in li taxê me. Tu car bêhnek wisa giran tune bû. Piştî pergala parzûnkirina dawî ev bêhn derket. Em nikarin ji ber bêhnê derkevin derve. Piranî welatiyan ji ber vê  ji taxê derketin. Malên xwe bar kirin. Niha zivistan e lê bi germbûna hewayê re bêhn zêde bû. Ji ber bêhnê kes nêzî peravê nabe. Ger paqij bûna wê mirovan li wir dema xwe derbas bikira. Tesîs û kanal çopê vediguhezînin golê. Daxwaza me ev e ku demildest ji vê bêhn û qirêjiyê re çareseriyek bê dîtin.
 
 
Tedbîr neyên girtin wê av tune bibin
 
Hevseroka Komeleya Hawirdorê ya Wanê (ÇEVDER) Arzu Dînçer jî der barê mijarê de axivî û diyar kir ku xebatên der barê pirsgirêkên hewzeya Gola Wanê de dimeşînin didome û wiha vegot: “Qadên me yên avî ji ber hişkesayî û qirêjiya hawirdorê roj bi roj kêm dibin. Em tedbîrên pêwist negirin wê qad tune bibin. Divê gel û Saziyên Civaka Sivîl (STO) bikevin tevgerê.”