Li Dêrsimê mîtînga 'Em qadên jiyanê diparêzin'

  • 13:47 8 Cotmeh 2022
  • Ekolojî
DÊRSIM - Li dijî talankirin û qirkirina xwezayê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê ve bi dirûşma "Em ê bi ser kevin, em qadên jiyanê diparêzin” mîtîngek hat lidarxistin û banga parastina xwezayê hat kirin.  
 
Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, bi dirûşma “Em ê bi ser kevin, em qadên jiyanê diparêzin” li Qada Seyîd Riza mîtînga heremî li dar xist. Gelek endamên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl tevlî mîtîngê bûn.
 
Bi hezaran kes; beriya mîtîngê ji Kolana Hunerê heta Qada Seyît Riza bi def, tifing û zilgîtan bi pankarta “Em qadên xwe yên jiyanê diparêzin, em ê bi ser bikevin” meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Em ê xwedî li Dêrsimê derkevin" û "Em li Dêrsimê mayinan naxwazin" hatin berzkirin. 
 
Di mîtîngê de ewil ji Platforma Ked û Demokrasiyê Kenan Çetîn axivî û got: “Li welatê me qadên xwezayê diyarî şîrketan dikin. Em berxwedana li Derya Reş ji Dêrsimê silav dikin. Gelê herêmê li Çiyayên Kaz û Îliçê di bin xeteriyê de ye. Li Egeyê jî darên zeytûnan di bin êrîşan de ne. Em silavên xwe ji Egeyê re jî dişînin."
 
Ji TMMOB'ê Selçuk Uluorta, Hevberdevkê Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Nacî Sonmez axivîn û bal kişandin ser qirkirina xwezayê. 
 
Piştre jî ji Yekîtiya Ekolojiyê Hatun Esen axivî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di salên dawî de li 81 parêzgehan komkujî û wêrankirinên xwezayê bi lez zêde bûne. Em lîstikên li ser vê erdnîgariyê jî dizanin. Li parêzgehên din jî li vir birîna darê dihisin. Divê em ekolojîst mil bi mil şer bikin. Her axa pîroz e. Ez bi taybetî bang li kesên ku bi şîrketên madenê re rêwîtiyê dikin dikim; Ew dirav dê we jehrê bikin. Me mînakek nêzîk li Îliç dît. Çûk êdî li wir nafirin. Li Colemêrgê xweza winda dibe. Dema ku xweza wenda bibe em ê nebin xwedî jiyan. Werin em xwedî li berxwedanên herêmî derkevin û ji bo parastina cewhera xwe ber bi berxwedana rêxistinbûyî ve bimeşin. Krîza avhewayê li ber dest e, av kêm dibin. Werin em Mûnzûr, Dîcle û Zîlan biparêzin. Em ê bi ser bikevin."
 
Piştî axaftinan skeça Komeleya Xweza û Çandê ya Dêrsimê ku balê dikişîne ser talana ekolojîk hat lîstin û piştre mîtîng bi govend gerandinê bi dawî bû.