Ekolojîst Demet: Qirkirina xwezayî divê bi tu hincetan neyê rewakirin

  • 09:04 21 Îlon 2022
  • Ekolojî
 
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Aktivîsta Ekolojiyê Demet Parlar, diyar kir ku qirkirina xwezayî divê bi tu hincetan neyê rewakirin û got: “Qirkirina xwezayî ya li herêma Kurdîstanê nayê qebûlkirin. Qirkirina xwezayî divê bi tu hincetan neyê rewakirin. Heta ku jiyanek xwezayî û wekhev were avakirin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
 
Her diçe qeyrana avhewayê û germbûna kûrewî li seranserê cîhanê bandorên neyînî pêk tîne. Digel vê qeyranê li Kurdistan û Tirkiyeyê qirkirinek xwezayî pêk tê. Qadên darîstanî ku hilma jiyanê ye tên tunekirin û herêm ber bi çolbûnê ve diçe. Şirnex jî tê de du sal in li gelek herêman dar tên birîn û li hemberî birîna daran bertekeke civakî û têkoşîneke hiqûqî tê dayîn. Darên ku tên birîn her roj bi kamyonan li pêş civakê ji bajarê Şirnexê dibin bajarên din û difiroşin. Ev darbirîn bi destê dewlet û cerdevanan tê kirin û bi vê qirkirinê hem bazirganiyek tê kirin hem jî li ser demografyaya herêmê tê listîn.
 
Li dijî vê talan û qirkirinê bi pêşengiya partiyên sîyasî û tevgerên ekolojiyê û gelek nûnerên sazîyan ve di 17’ê Îlonê de bi dirûşma “Em li dijî hilwêşîna şer û talana xwezayê dimeşin” ber bi Çiyayê Cûdîyê ve meşek girseyî hate lidarxistin. Meşa ku hate kirin bi gelek peyaman bi dawî bû û li dijî talankirina xwezayê banga têkoşîna hevpar hate dayîn. Têkildarî qirkirina ekolojîk û meşa Cûdî aktîvîsta ekolojiyê Demet Parlar ku ji Stenbolê  beşdarî meşa Cûdî bûbû ji ajansa me re axivî.
 
‘Qirkirina xwezayî nayê rewakirin’
 
Demet, bi bîr xist ku şewatên darîstanî ya sala par ji bo hevsengiya pergala ekolojiyê gelek bandorên mezin pêk anî û destnîşan kir ku digel vê qeyrana heyî ya avhewayê tunekirina daristanan nayê qebûlkirin. Demet, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev komkujî ne tenê li ser erdnîgariya Kurdîstanê nayê qebûlkirin, ji aliyê Tirkiyê ve jî nayê qebûlkirin. Bêguman birîna darên Şirnexê dilê me dişewitîne. Hûn jî dizanin li seranserê cîhanê qeyrana avhewayê her diçe kûrtir dibe. Sala par li qadên darîstanî gelek şewatên mezin pêk hat û di van şewatan de li ser şêwaza jiyana mirovan bandorên neyînî pêk hat. Hem jî gelek cureyên zindîwaran û cureyên endemik zirar dîtin. Me wek Koalîsyona Edaletê ya Avhewayê derheqê kesên ku di van şewatan de îhmalkirinên wan hene serlêdana giliyê kirin. Bi vê yekê derheqê nêzî 30 miduriyetên daristanî ve serlêdana giliyê kir. Niha xwezaya herêma Kurdîstanê jî bi heman nêzîkatiyê ve rûbirû hatiye hiştin. Di vê çarçoveyê de darên sedsalî tên birîn û qadên daristanî tên tunekirin.  Ev talankirin jî bi hinceta ‘herêma ewle’ bi destê dewletê ve tê kirin. Lê bi tu şiklî qirkirinek xwezayî bi hinceta herêma ewle ve nayê rewakirin.”
 
‘Tirkiyê peywirên xwe yên hiqûqî binpê dike’
 
Demet, bal kişand ser peymana Glasgowê ya avhewayê ku Tirkiye jî tê de cih digire û diyar kir ku ji bo xweza û daristanên welêt were parastin ev îmze hatiye dayîn. Demet, di berdewamiya axaftina xwe de wiha pê de çû: “Lewra heke ev hikûmet di wê peymana navneteweyî de îmzeyek avêtibe divê peywira xwe bîne cih. Şûna ku xalên peymanê bîne cîh berovajî vê xwezayê talan dike. Em ê wek welatî û aktîvîstên ekolojiyê destûrê nedin ev komkujî wiha berdewam bike. Li gorî makezagona Tirkiyeyê ya xala 59’an, ji bo welatiyan peywira parastina derdor û xwezayê dide. Her wiha li gorî xala 159’an jî peywira parastina daristanan hem ji dewletê hem jî ji welatiyan re dide. Ev herdu madeyên ku di makezagona Tirkiyeyê de cih digire wekî berjewendiyên giştî dikeve pêşberî me. Li hin herêman bi hinceta herêma ewle, li hin herêman pêdiviya enerjî yan jî li hin herêman jî bi vekirina kanên madenan û qadên turîzmê ve tê vekirin. Ango ev berjewendiya giştî ya ku di makezagonê de cih digire ji aliyê desthilatdariyê ve xwe vedigerîne berjewendiyên rantê. Bi vî şiklî daristan tên tunekirin hilma jiyanê tê fetisandin.”
 
‘Meşa Cûdî ji bo talanklirinê dengekekî berz bû’
 
Demet, destnîşan kir ku bi darbirîn û xirakirina ekosîstemê tu pirsgirêk nayê çareserkirin û got: “Li herêma Kurdîstanê jî bi hinceta herêma ewle ev komkujî tê kirin. Em ji desthîlatdariyê re dibêjin heke li vir pirsgirêkek ewlehiyê hebe divê bi rê û rêbazên cuda ve were çareserkirin. Bi birîna daran û tunekirina ekosîstemê nayê çareserkirin. Ji ber ku jîngehên xwezayî bi hinceta ‘herêma ewle’ jî tê de bi tu sedeman ve nayê tunekirin. Li dijî vê komkujiyê em hatin Şirnexê me, xwest lêkolînên xwe li vir bikin. Di vê çarçoveyê de li dijî qirkirina xwezayê herêmê li Cûdî beşdarî meşê bûn. Di meşê de jî me bang û peyamên xwe anî ziman. Meşa Cûdî ji bo darên ku hatin birîn dengekî mezin bû.”
 
‘Armanca me ya giştî pêşîlêgirtina ferasetên xwezayî ye’
 
Demet, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku xebatên wan a ji bo qirkirina xwezayî bê navber berdewam dike û got: “Di çarçoveya xebatên me de em kerwanan li dar dixin. Niha em kerwana xwe ya sêyemîn a Mezopotamyayê dimeşînin. Di vê çarçoveyê de gelek rawestgehên me yên li herêma Kurdistanê ku talankirina xwezayî tê kirin heye. Koalîsyona me ji pêkhateyên 71 kesan ve pêk tê. Armanca me ya giştî pêşîlêgirtina ferasetên xwezayî ye. Wekî tunekirina daristanan, santralên termîk, kanên komir û madenan her wiha projeyên bendavan ve curbecur serdanan pêk tînin. Me li aliyê Tirkiyeyê jî kerwanên xwe li dar xist û niha li herêmê berdewam dikin. Bi vî awayî em xebatên xwe yên ji aliyê ekolojiyê de berdewam dikin. Polîtîkayên desthilatdariyê ya şaş dibe sedema qeyran û aloziyan. Em li dijî van polîtîkayên şaş têdikoşin û heta ku jiyanek xwezayî û wekhev were avakirin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”