Li Şirnexê qirkirina xwezayê

  • 09:07 17 Îlon 2022
  • Ekolojî
Melîke Aydin
 
Îzmîr -Ji Partiya Çep a Keskan Nevîn Aytekîn da zanîn ku desthilatdarî hewl dide krîzê bi talana xweza û şer çareser bike û qirkirina daran a li Çiyayê Cudî jî ji ber vê pêk tê. Nevînê got divê têkoşîna hevpar bê dayîn.
 
Li Şirnexê ligel operasyonan qirkirina daran jî didome. Li Çiyayê Cudî û Besta rojê nêzî 200 ton dar tê birîn û bi TIR’an dibin herêmên cuda. Li gorî daneyên Midûriyeta Herêmî ya Daristanan a Rihayê li herêma mijara gotinê ye di 7 mehan de ji sedî 7’ê qada daristanê hatiye tunekirin. Gelek sazî û rêxstinên li dijî qirkirian daran wê di 17’ê îlonê de bi dirûşma ‘Em li dijî talan xwezayê û  şer dimeşin’ wê bimeşin Çiyayê Cudî.
 
Parçeyek ji polîtîka şer e
 
Ji Partiya Çep a Keskan Nevîn Aytekîn der barê mijarê de nirxandin kir û da zanîn ku deshtilatdarî krîza dijî hewl dide bi talana xwezayê û şer çareser bike û hilweşîna li Çiyayê Cudî parçeyek polîtîka şer e û ev hilweşîn jî hemû kesî eleqeder dike. Nevînê got bertek nîşandan gelek girînge û wiha vegot: “Divê hîn zêdetir bi saziyên netewî û navneteweyî re têkilî bê danîn.”
 
‘Armanc meşandina şer û rantê ye’
 
Nevînê bertek nîşanê qirkirina xwezayê ya di bin navê ewlehiyê de tê kirin da û wiha daxuyand: “Armanca qirkirian daran a li Şirnexê meşandina polîtîkayên şer û rantê ye. Ev qirkirina plankirî tê kirin. Rojê bi tonan dar tên birîn. Ev aşkera tê kirin. Li wir tenê dar nayên qetilkirin. Jiyana zindiyan tê tunekirin. Her wiha ev hilweşîn tenê gelê herêmê eleqeder nake. Bandor li hemû derê dike. Rê li ber krîza avhewayê vedike. Hemû cîhan û Tirkiye wê bikevin şerên avê. Bi vî awayî wê koçberî zêde bibe. Mirov ji bo av û xwarinê wê koç bikin. Hilweşîna ekolojîk li ku dibe bila bibe bandorê li hemû cîhanê dike.”
 
‘Çareseriya wan şer û talan e’
 
Nevînê balkişand ser krîza aborî û wiha bi lêv kir: “Desthilatdarî ji bo çareseriya krîzê polîtîkayên şer dimeşîne û xwezayê talan dike. Yekane riya çareseriya vê têkoşîna yekbûyî ye. Hilweşîna li Şirnexê wek ya li Egeyê, wek ya li Çiyayên Kaz wek ya li Behrareş deng dernexist. Lê ev nayê wateya ku mirov vê tune dihesibînin. Divê em têkoşîna yekbûyî mezin bikin. Ji bo meşa wê di 17’ê îlonê de pêk bê divê ji bajarên cuda parêzvanên xwezayê tevli bibin. Li dijî qedexeya walîtiyê jî wê parêzvanên xwezayê têbikoşin. Divê hemû kesên jiyana ekolojîk diparêzin bertek nîşan bidin.”
 
‘Divê helwesta hevpar bê nîşandan’
 
Nevînê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku saziyên navneteweyî yên li dijî talana xwezayê têdikoşin li dijî rewşê qels mane û wiha dawî lê anî: “Divê bi hemû kesên ku têkoşîna ekolojîk didin re têkilî bê danîn. Divê ev talana tê jiyîn bê bihistin. Divê her kes bizanibe. Ji bo derxistina deng jî divê têkoşîn bê dayîn. Divê helwestek hevpar bê nîşandan.”