'Meşa Cûdiyê mezinkirina têkoşînê ye'

  • 14:07 16 Îlon 2022
  • Ekolojî
 
ÎZMÎR - Rêxistinên Ekolojiyê ji bo Meşa Cûdiyê hatin gel hevdu û banga têkoşîna li dijî polîtîkayên talanê kirin. 
 
Têkildarî meşa li dijî birîna daran a li Şirnexê didome dê ber bi Cûdiyê ve bi pêşengiya TJA, HDP, DBP'ê meş bê lidarxistin. Bi vê munasebetê bi gelek kesayet û saziyan li ber avahiya HDP'ê ya Îzmîrê daxuyaniya çapemeniyê hat dayin. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Cûdî ne bi tenê ye","Dest hewa û axa min nede" hatin berzkirin. 
 
Ji Komeleya Siberojê ya Kesk Kenan Işik got ew ne ji bo guhertina avhewayê ew ê ji bo guhertina sîstemê bimeşin. 
 
Rêveberê Komeleya Dêrsimê ya Îzmîrê Aslan Sultan da zanîn ew ê destûrê nedin ku arazî ji îhaleyê re vebin û got ew ê destûrê nedin ku daristan ji bo kapîtalîzmê bê pêşkêşkirin. 
 
Endamê EGEÇEP'ê Gurkan Develi got meşa Cûdiyê mezinkirina têkoşînê ye.
 
Endamê MUÇEP'ê Gungor Elçin got ji bo karê hem li Kurdistan hem jî li Tirkiyeyê jêderkên ekolojîk tên tunekirin û got ew yekê qebûl nakin. 
 
Endama Meclîsa Ekolojiyê ya Muglayê ya HDP'ê Emine Dayioglu Meşa Cûdiyê wekî meşa azadiyê ya li dijî qirkirinê pênase kir. 
 
Endamê Partiya Çep a Kesk Huseyin Çaglar got ew ê hemû qadên jiyanê biparêzin. 
 
Parlamenterê HDP'ê Musa Piroglu got parastina Cûdiyê li dijî kesayeta talanker a îktidarê ye. 
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.