Ekolojîst ji Stenbolê li dijî talana xwezayê ya Cûdiyê dikevin rê

  • 11:15 16 Îlon 2022
  • Ekolojî
 
STENBOL - Ekoljîstên ku ji bo Meşa Cûdiyê îro ji Stenbolê dikevin rê û dixwazin polîtîkayên hikûmetê yên li dijî talana xwezayê teşîr bikin gotin, "Em li dijî hilweşîna ekoljiyê ya li Çiyayê Cûdî  û Çiyayê Qazê ne û em bang li her kesî dikin ku tevli Meşa Cûdiyê bibin."
 
Li çiyayên Cûdî, Gabar û herêma Besta yên Şirnexê 2 sal in qirkirina xwezayê tê kirin. Li herêmê di bin navê “ewlehiyê” de êrîşek ji bo  rantê ku jiyana mirov, heywan û xwezayê li ber çavan nagire, tê kirin. Li dijî vê qetlîama xwezayê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û bi beşdariya gelek ekolojîstan bi dirûşmeya "Li dijî şer û talankirina xwezayê em dimeşin" dê 17’ê Îlonê de ber bi Çiyayê Cûdî yê Şirnexê ve meşekê li dar bixin.
 
Li Stenbolê jî Meşa Cûdî, bi pêşengiya Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Komisyonên Ekolojiyê yên HDP'ê îro dest pê dike, ekolojîst wê parastina xwezaya Şirnexê bikin û polîtîkayên dewletê yên têkildarî qetlîama xwezayê teşîr bikin. Ekolojîstên ku beşdarî meşê dibin  ji bo balê bikişînin ser meşê bang li raya giştî kirin.
 
Ew ê ji qirkirinê re bibêjin êdî bes e
 
Ekolojîst Melîs Tantan, bi bîr xist ku li Şirnexê zêdeyî 2 sal in qirkirina xwezayê tê kirin û got, di encama polîtîkayên dewletê yên di bin navê ewlehiyê de li herêmê nêzî 40 sal in qirkirinek heye. Melîs got, “Daristanên ku duh hatin şewitandin îro darên wan tên birîn û ji bo  rantê tên firotin. Em ê beşdarî meşa ku di 17’ê Îlonê de li Cizîrê bê lidarxistin bibin dengê vê talana daristan û wêrankirina ekolojiyê ji çar hêlê welat re ragihînin. Em ji bo vê berê xwe didin Cizîrê û em li bendê ne ku her kes   tevli meşê bibe."
 
'Ji Çiyayên Kazê heta Çiyayê Cûdî em li dijî wêrankirinê ne'
 
Endama Meclisa Ekolojiyê ya HDK'ê ya Çanakkaleyê Ekolojîst Burcu Ozaydin jî diyar kir ku bi hinceta ewlekarî, operasyonên li herêmê û çêkirina kelehqolan ev demeke dirêj e li Şirnexê bi hezaran dar tên birîn. Burcu got, “Qirkirina xwezayê bi hinceta ewlehiyê didome. Roja Şemiyê HDK, HDP, rêxistinên ekolojiyê û saziyên sivîl wê li Şirnexê li hev bicivin û ber bi Çiyayê Cûdî ve meşekê pêk bînin. Weke Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê ya Çanakkaleyê em ê ji Çanakkaleyê dengê xwe bidin vê çalakiyê. Em nikarin biçin Şirnexê, lê dilê me bi wan re ye. Em ê biqîrin ku ji Çiyayê Îda heta Çiyayê Cûdî em li dijî hemû rûxandina ekolojîk in. Em li kubin em ê li dijî vê qirkirina xwezayê dengê xwe bilind bikin” 
 
Ûranyum dê di pîşesaziya şer de bê bikaranîn
 
Li aliyê din Burcu diyar kir ku ew li dijî tinekirina ekolojîk a li Çiyayên Kazê tê jiyîn têdikoşin û diyar kir ku hikûmetê ji ber polîtîkaya xwe yên şer hemû xweza talan kiriye û got, “Şer wêraniya herî mezin a ekolojiyê ye. Ji ber vê yekê em pêşî ji şer re dibêjin na. Em ê li dijî siyaseta şer parastina jiyanê bidomînin. Îro jî li Asosê xebatên sondaja uranyumê dewam dikin. Ûranyûm maddeyek e ku di pîşesaziya şer de tê bikaranîn e.  Em ê her darekê yek bi yek biparêzin” 
 
'Em li hemberî qirkirina xwezaya Şirnexê bêdeng namînin'
 
Hevberdevka Yekîtiya Ekolojiyê Halîme Şaman, anî ziman ku ji ber şewata daristanan a li tevahiya welêt daristanên  ku di nava 20 salan de qirkirina wan naqede  hatine talankirin û roj bi roj tên wêrankirin. Halîme got, "Kirkirina hovane li Cûdî  dewam dike. Her roj, pêncî kamyonên daran wekî madeya xam tê şandin. Bi perspektîfeke ku pere serdest e, pêşî li ekosîstemê neyê girtin û hebûna zindiyan pêşî lê neyê girtin, hilweşandina ekoljiyê didome. Ji ber van birîna daran me ji sedî 10'ên darên Şirnexê winda kir. Em nekarîn li hemberî vê rewşê bêdeng bimînin ” 
 
Meşa Mezopotamyayê wê bê lidarxistin
 
Halîme destnîşan kir ku xweza ji hev nayê veqetandin û divê di nava hevsengiyê de be û bal kişand ser yekparebûna xwezayê û wiha got: "Ava ku ji dara berûyê ya li Şirnexê diherike, dikev ser darên zeytûnan ên li Çiyayê Qazê. Ji bo ku qirkirina daran a li Şirnexê bikeve rojeva welêet em bi Komîsyona Edaletê ya Avhewayê re bûn yek û me ji bo Meşa Mezopotamyayê ya ku wê di navbera 17-19’ê Îlonê de ji Şirnexê dest pê bike û li Mêrdînê bi dawî bibe bang kir. Em dev ji Meşa Mezopotamyayê bernadin. Çi astengî li pêşiya me bin jî em ê berdewam bikin. Em armanc dikin ku birîna daran bi dawî bibe”