'Ji ber êrişên Tirkiye û Îranê 100 milyon donim daristan şewitîn'

  • 11:47 26 Gulan 2022
  • Ekolojî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber êriş û  topbaranên Tirkiye û Îranê, li Herêma Federal a Kurdistanê di nava 9 salan 100 milyon donim daristan şewitîne.
 
Ji ber topbaranên Tirkiye û Îranê li Herêma Federal a Kurdistanê di nava 9 salan de 100 milyon donim daristan şewitîne. Desteya Jingehê yê Herêma Kurdistanê li ser bandora êrişan de da zanîn ku her roj li ser sînor topbaran û şer e, welatên Îran û Tirkiye darên li ser sînor yan dibire yan jî topbaran dike û dişewitîne. 
 
Berdevkê Desteya Jingehê yê Herêma Kurdistanê Ebdulrezaq Ceylanî ji Dengê Emerîkayê re axivî û da zanîn ku ji sala 2010’an heta sala 2019’an, ji ber êriş û topbarana Dewleta Tirk û Îranê, li Herêma Federal a Kurdistanê nêzîkî 100 milyon donim daristan şewitîne û got: “Tirkiye û Îran herêmên li ser sînor hem topbaran dike hem jî operasyonên leşker di nav de pêktîne. Ev yek dibe sedema şkandin û şewitandina daran. Ev hemû sedem in ji bo têkçûna jîngeha Herêma Kurdistanê.”