Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Birîna daran rawestînin

  • 15:41 25 Gulan 2022
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, têkildarî birîna daran a li herêmê daxuyaniyek da û got, “Daristanên ku sal bi sal li tevayî welat kêm dibin, krîza avhewayê kûrtir dikin. Darek ku îro li vir tê birîn dibe sedem ku sibê çemek li cihekî din zuwa bibe. Xweza tevahiyek e û her destwerdan bandorê li tevahiya cîhanê dike, "
 
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê têkildarî birîna daran û talankirina li herêmê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku krîza ekolojiyê ya di encama polîtîkayên rantê û talanê yên li ser Rojhilat tê meşandin, bi awayekî cuda hatiye hîskirin û wê encamên wê li tevahiya cîhanê giran bin.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku guherîna avhewayê, kêmbûna cihêrengiya biyolojîk û tinebûna cureyên zindiyan bi xwe re tîne û di berdewamiyê de wiha hat gotin, " Li gel provakasyonên ku ji ber mezinbûn û qazanca berdewam a kapîtalîzma gerdûnî tên afirandin, bandora polîtîkayên netewdewletên li welatên cuda encamên cuda derdixe holê. Bi taybetî li Tirkiyeyê daristan, mêrg û qadên çandiniyê, heyînên xwezayî û çandî ji ber polîtîkayên rantê dem bi dem dibin qurbana şîrketên tûrîzmê û şîrketên enerjiyê. Sûcên qirkirina xwezayê her roj zêde dibin û ji bo talan û dagirkirina tê kirin biparêzin qanûn tên derxistin."
 
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
 
“Li Kurdistanê ji xeynî polîtîkayên rantê,  em di warê qirkirina xwezayê de polîtîkayên cuda jî dibînin. Ev polîtîka di salên 90’î de hatin destpêkirin û konsepta şer a ku di salên 90'î de şewitandin û valak gundan pêk anî ,îro jî bi şewitandina daristanan didome. Li Kurdistanê ji ber şewata tê derxistin nayê vemirandin  û midaxele nayê kirin ekosîstemên daristanên Kurdistanê têk diçin. Ji bilî şewata daristanan û hilweşandina daristanan; 2 sal in bi taybetî li Şirnexê di bin çavdêriya leşker û polîsan de qirkirina daristanan berdewam e. Li Şirnexê dema birîna daran dewam dikir, li ser medyaya civakî û çapemeniya herêmî hat ragihandin ku ji ber qereqola li Muşê tê çêkirin ji aliyê cerdevanan ve dar hatine birîn. Li gel ku birîna daran sûc e û ev di qanûnan de jî heye, leşker, polîs û cerdevanên li herêm vê qirkirina xwezayê didomînin.
 
Divê birîna daran bê rawestandin
 
Li herêmê bi hinceta ewlehiyê çêkirina qereqol û kelehlolan dibe sedema birîna daran û ev jî zextên li ser Kurdistanê li ber çavan radixe. Her wiha polîtîkayên bêmirovkirinê yên ku ji berê heta niha li herêmê berdewam dikin , bi  birrîna daristanan û wêrankirina xwezayê didomin. Li welat daristanên ku her sal kêm dibin, krîza avhewayê kûrtir dikin. Darek ku îro li vir tê birîn dibe sedem ku sibê çemek li cihekî din zuwa bibe. Xweza tevahî ye, û her destwerdan bandorê li tevahiya cîhanê dike. Weke Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê  em dibêjin ku wêrankirina ekolojîk ku bandorê li jiyana hemû zindiyan dike sûc e û em bang li her kesî dikin ku li dijî vê komkujiyê dengê xwe bilind bikin. Divê demildest birîna daran bê rawestandin.”